Li Semsûrê qeza: 3 kes birîndar bûn

Li parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê 2 otomobîl li hev qelibîn û 3 kes birîndar bûn.

03.05.2025, Cts - 09:58

Li Semsûrê qeza: 3 kes birîndar bûn
Nuçe Belav bike

Li parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê 2 otomobîl li hev qelibîn û 3 kes birîndar bûn.

Hat zanîn ku rewşa birîndarekî giran e.

Otomobîla bi plakaya 44 KB 030 ku ji aliyê M.E. ve dihat ajotin, li çarriyana Herêma Pîşesaziya Biçûk li otomobîla bi plakaya 02 AFK 725 ku ji aliyê M.K. ve dihat ajotin qelibî.

Di qezayê de her 2 ajokar û rêwiyê bi navê M.S.A birîndar bûn.

Birîndaran bi ambulansan sewqî Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Semsûrê hatin kirin.

Hat zanîn zanîn ku rewşa tenduristiyê ya M.S.A. giran e.

 

Vî nûçeyê tevayî: 101 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:38:48
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x