Term li navçeya Misircê li ser rêya bejahiyê hat dîtin.
Li gorî agahiyan, ajokarê bi navê A.A. telefonî tîmên tenduristiyê kiriye û gotiye dibe ku ew li ser rêya Êlih û Sêrtê di ser laşê kesekî re derbas bûbe.
Piştî vê aghiyê tîmên tenduristiyê û cendirme çûne cihê bûyerê.
Tîman tesbît kiriye ku kesê li ser rê dirêj bûbû miriye.
Hat diyarkirin ku ev term ê Erdal Ç. (32) ye ku malbata wî lê digeriya.
Tîman termê Erdal ji bo otopsiyê bir meytxaneya Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sêrtê.
A.A. hat desteserkirin û kar û barên wî yên îfadedayînê didomin.
Li ser sedema mirina Erdal Ç. lêkolîn tê kirin.