Li Sêrtê Maden herifî: Mirî û birîndar hene

Li navçeya Kufrayê ya Sêrta Bakurê Kurdistanê kaneke sifir (baqir) herifî.

23.11.2023, Per - 06:26

Li Sêrtê Maden herifî: Mirî û birîndar hene
Nuçe Belav bike

3 karekerên ku di madenê de dixebitîn mirin, 2 karker jî birîndar bûn.

Bûyerê şeva borî demjimêr 01:25an rû da.

Parêzgarê Sertê Kemal Kizilkaya da zanîn ku 3 karkeran canê xwe ji dest daye û 2 karker jî birîndar in.

Tîmên tenduristiyê her du birîndar veguhastin Naxweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sêrtê.

Li aliyê din, Serdozgeriya Komarê ya Sêrtê li ser bûyerê lêpirsîn da destpêkirin.

Di çarçoveya lêpirsînê de Y.K, A.T. û D.A. hatin desteserkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 223 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:21:08
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x