Mereş li pey hev 2 caran hejiya!

Li navçeya Bazarcixê ya parêzgeha Mereşa Bakurê Kurdistanê saet 09:02yan bi hêza 3,8 pileyan erdhejek çêbû û saet 09:31ê jî bi hêza 5 pileyan erdhejeke din çêbû.

07.09.2024, Cts - 13:31

Mereş li pey hev 2 caran hejiya!
Nuçe Belav bike

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) ragihand ku saet 09:02yan li navçeya Bazarcixê bi hêza 3,8 pileyan erdhejek çêbûye.

Li gorî AFADê, erdhej 6,26 kîlometreyan di bin erdê de çêbûye.

Piştre demjimêr 09:31ê edhejeke din a bi hêza 5 pileyan li heman navçeyê çêbû.

Kûrahiya wê jî 6,26 kîlometre bin erdê bûye.

Li gorî AFADê heta niha ti rewşên neyînî nînin.

Piştî erdhejên 6ê Sibata 2023yan li herêmê erdhejên paşekî berdewam in û pisporên erdhejan rojane hişyariyê didin ku îhtimala erdhejên mezin heye.

 

Vî nûçeyê tevayî: 123 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:59:56
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x