Otomobîlekê û 2 otobûsan li hespekî dan: 15 kes birîndar bûn

Li parêzgeha Sêwasê ya Bakurê Kurdistanê, di bûyereke trafîkê de ku otomobîlek û du otobusan li hespekî dan 15 kes birîndar bûn.

27.10.2022, Per - 13:23

Otomobîlekê û 2 otobûsan li hespekî dan: 15 kes birîndar bûn
Nuçe Belav bike

Îro Pêncşembê 27ê Cotmeha 2022ê li ser rêya Sewas-Enqerê nêzîkê gundê Yilanlikaya yê Sêwasê otomobîlekê li hespekê da û piştre du otobusên rêwiyan ku yek a Semsûrê bû û yek jî ya Amedê bû li hesp dan.

Di bûyerê de Cevdet Sarikaş (55), Bekir Kullukçu (40), Seval Yılmaz (38), Mahmut Dogan (53), Hasan Çalkap (40), Yunus Şahin (24), Mehmet Şenol (38), Kayhan Satılmış (27), Kadir Guler (22), Zeynal Yetişir (22), Ramazan Karakurt (23), Selahattin Ergin (48), Abdullah Ulema (23), Ahmet Sinan Kılınç (21) û Zeynep Gün (27) birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê û cendirme bo cihê bûyerê hatin şandin. Birîndar ji aliyê tîmên tendirustiyê ve bo nexweşxaneyên cuda yên Sêwasê hatin veguhestin

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 208 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:02:47
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x