PAK: Em êrîşên Îranê yên li ser baregehên partîyên Rojhilatê Kurdistanê şermezar dikin

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), di derbarê êrişa Dewleta Îranê ku vê sibehê li hemberî baregeh û binkeyên partî û saziyên Rojhilata Kurdistan bi wewşana daxûyanîyekî şermezar kir.

28.09.2022, Çar - 09:32

PAK: Em êrîşên Îranê yên li ser baregehên partîyên Rojhilatê Kurdistanê şermezar dikin
Nuçe Belav bike

PAK\'ê erişên Dewleta Îranê ya li hemberî baregehên Partîyên Rojhilata Kurdistanê ku Herêma Kurdistanê de niştecihin şermezarkir.

Dewleta Îranê roja 28.09.2022yê, bi mûşekan û bi dronên bombekirî, êrîş birîye ser baregehên li Başûrê Kurdistanê yên PDK-Î(Partîya Demokrat a Kurdistana Îranê), Komeleya Şoreşgerê Zahmetkêşên Kurdistana Îranê û PAK (Partîya Azadîya Kurdistanê) a Rojhilatê Kurdistanê.

Li gorî agahdarîyên heyî, di encama van êrîşan da şehîd û birîndar jî hene û zerareke mezin gîhaye baregehên her sê partîyan.

Piştî ku Dewleta Îranê keça Kurd Jîna Emînî bi îşkenceyê kuşt, gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê û gelê Îranê, ji bo protesto kirina kurştina Jîna Emînî, bi beşdarîya bi deh hezaran kesan , greva giştî û serîhildaneke mezin li dar xistin û ev serîhildan hîna jî berdewam e. Dewleta Îranê heta nuha 76 xwepeşander qetil kirîye û bi hezaran jî girtî û birîndar hene.

Dewleta Îranê dixwaze rûyê xwe yê zordest û zalimane û şikesta xwe ya li himberî serîhildana gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê û gelên Îranê , bi êrîşên eskerî yên dijminane binixumîne.

Helbete ku bi van êrîşên dijminane , Dewleta Îranê dê nikaribe rê li ber doza azadîya gelê Kurdistanê bigire, dê nikaribe vê serîhildana meşrû ya gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê tune bihesibîne.

Em van êrîşên Dewleta Îranê yên ku li ser baregehen sê partîyên Rojhilatê Kurdistanê hatine kirin rûreş dikin û em piştgirîya xwe li her sê partîyan û li gelê xwe yê Rojhilatê Kurdistanê radigihînin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 336 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:36:49
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x