Partiya DEVA yê nerazîbûn nîşanî girtina Makbule Ozer da

Seroka Polîtîkaya Jinan a Partiya DEVAyê Elîf Esen derbarê jina Kurd a 80 salî de ku nexweş e û girtî ye daxwiyaniyek da

29.08.2022, Pts - 09:29

Partiya DEVA yê nerazîbûn nîşanî girtina Makbule Ozer da
Nuçe Belav bike

Seroka Polîtîkaya Jinan a Partiya DEVAyê Elîf Esen derbarê jina Kurd a 80 salî de ku nexweş e û girtî ye daxwiyaniyek da. Elîf Esen bi daxwiyaniyeke nivîskî, Saziya Tiba Edlî rexne kir û got, “Çawa dibe Mekbule Ozer ji ber ku ziman nizane bêyî ku derdê xwe bêje û were derman kirin dîsan vegerînin girtîgehê.”

Esen daxwiyaniya Wezareta Dadê ya ku gotibû bi îşaretan Makbule Ozer derdê xwe ji pizîşkan re gotiye jî rexne kir û got: "Di vê nêzîkatiyê de edalet, aqil, mantiq û wijdan tune ye. Ev çi bê berpirsyarî ye, kesek bi temen ku Tirkî nizane di çi astê de dikare derdê xwe bi îşaretan bîne ziman?"

Elîf Esen tekez dike ku ew wek partiya DEVA piştgiriyê didin zimanê dayîkê û xizmetên bi zimanê dayîkê tên kirin û dibêje: "Ev kiryara li beramber jina bi temen a di zindanê de hatiye kirin, nêzîkatiya li beramber welatiyên Kurd e, nêzîkatiya li beramber mafê wan ê demokrasî, azadî û wekheviyê ye li vî welatî."

Makbule Ozer a 80ê Salî ligel Hadî Ozerê hevjînê xwe ku 79 salî ye, ji 10ê Gulana 2022ê ve bi biryara Dadgeha Wanê, bi tohmeta hevkarîkirina PKKê hatine girtin. Herçiqas parêzerê wan daxwaz bilind kiriye daku Makbule Ozer cezayê xwe li malê temam bike ji ber nexweşiyên wê giran in, lê Dadgeha Wanê bi hinceta “nebûna mercên yasayî” daxwaz red kiriye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 442 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:39:44
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x