Pisporê erdhejê: Li herêma Bedlîs-Colemêrgê dê erdhej bidomin

Pisporê erdhejê Nacî Gorur derbarê erdheja doh ya li navçeya Geverê ya Colemêrga Bakurê Kurdistanê hişyarî da û got, “Erdhej dihat çaverêkirin û dê li xeta Bedlîs-Zagrosê erdhej berdewam bikin.”

12.03.2025, Çar - 10:28

Pisporê erdhejê: Li herêma Bedlîs-Colemêrgê dê erdhej bidomin
Nuçe Belav bike

Pisporê erdhejê Nacî Gorur piştî erdhejê li ser medyaya civakî peyamek belav kir û hişyarî da.

Bi gotina Nacî Gorur di encama erdhejên 6ê Sibatê de xeta fayê ya Bedlîs-Zagrosê, di navbera Anatolyaya Rojhilat û Levhaya Ereban de asê maye û li herêmê dê erdhej bidomin.

Nacî Gorur got, “Li Gever-Colemêrgê bi hêza 5 pileyan erdhej çêbû.

Ev erdhej di nav xeta Bedlîs-Zagrosê de bû. Me çaverê dikir.

Di erdhejên 6ê Sibatê de ev di navbera Anatolyaya Rojhilat û Levha Ereban de asê ma. Em çaverê dikin zêdetir erdhej çêbibin.”

Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) ragihand ku doh demjimêr 21.03yan li kûrahiya 7 kîlometreyan erdehejeke bi hêza 4,8 pileyan li navçeya Mêrgesorê ya Hewlêrê çêbûye.

Li aliyê din Navenda Çavdêriya Erdhejan a Kandîlliyê jî ragihandibû ku navenda erdhejê gundê Şûkê yê navçeya Geverê ye û hêza wê jî 5,0 pile bûye.

 

Vî nûçeyê tevayî: 107 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:03:15
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x