PWK: Divê Raperîna Li Başûrê Kurdistanê bi hikûmeteke milî, demokratîk û yekgirtî berdewam bike!

05.03.2025, Çar - 17:26

PWK: Divê Raperîna Li Başûrê Kurdistanê bi hikûmeteke milî, demokratîk û yekgirtî berdewam bike!
Nuçe Belav bike

Li navçeya Ranya ya Başûrê Kurdistanê di roja 5ê adara 1991ê de gelê me li himberî Seddamê dîktator Raperîn (Serîhildan) destpêkir. Ev raperîna li temama Başûrê Kurdistanê belav bû.Di encama vê raperînê de Hewlêr, Silêmanîye û Duhok hate rizgar kirin. Di 1992an de jî bi hilbijartinê Parlamentoya Federe ya Herêma Kurdistanê hate îlan kirin.

Raperînê, di sala 2005an de di Qanûna Bîngehîn ya Iraqê de bi qebûlkirina Dewleta Federe ya Kurdistanê berdewam kir.

Raperîn nerawestîya!

Raperînê di 25ê îlona 2017an de, di referandûma serxwebûnê de, bi %93yê 'erê' ya ji bo serxwebûnê berdewam kir.

Em hêvî dikin ku, 34emîn salvegera raperînê, li Başûrê Kurdistanê bibe destpêka hikûmeteke hevbeş ya partîyên kurdistanî da ku bi yekrêzî temsîlîyeta Herêma Kurdistanê bike, hemû dezgehên dewletê bike yek û destkeftinên federe biparêze; ev yeka ne bes pêwîstîyek e, herweha zerûrîyeteke neteweyî, niştimanî ye jî. 

Tecrubeyên heyî, bê şik îspat kirîye ku bingehê esasî û destpêka serkeftina hemû raperînan ew e ku miletê Kurd, gelê Kurdistanê, hêzên neteweyî, niştimanî di nav tifaq û yekgirtinê de bin, li hev xedî derkevin, destkeftîyên xwe biparêzin.

Tu şika me tuneye ku li her çar perçeyên Kurdistanê jî gelê me heta ku azadîya xwe bidest bixe dê têkoşîn û raperîn her berdewam be.

Em 34emîn salvegera Raperîna (Serîhildana) Başûrê Kurdistanê pîroz dikin!

Em şehîdên raperînê û hemû şedîdên Kurdistanê birêzdarî bi bîr tînin.

Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Vî nûçeyê tevayî: 491 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:42:18
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x