PWK: Jenosîda Dêrsimê xelekeke ji siyaseta tunekirina miletê Kurd e

Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) bi boneya salvegera komkujiya Dêrsimê peyamek belav kir û tê de ragihand ku “Jenosîda Dêrsimê, xelekeke ji siyaseta jiholêrakirina gelê Kurd e.”

05.05.2025, Pts - 11:39

PWK: Jenosîda Dêrsimê xelekeke ji siyaseta tunekirina miletê Kurd e
Nuçe Belav bike

Komara Tirkiyeyê li Dêrsima Bakurê Kurdistanê berî 88 salan komkujiyeke mezin kir û bi deh hezaran Kurd qir kirin.

Kurdan li Dêrsimê bi rêberiya Seyîd Riza dest bi şoreş û serhildanê kiribû.

Di ser Komkujiya Dêrsimê re ku biryara wê 4ê Gulana 1937an li Parlamentoya Tirkiyeyê hatibû dayîn 88 sal derbas bûn.

PWKyê bi daxuyaniyekê ev komkujiya li hemberî Kurdan bi bîr anî û şermezar kir.

Di daxuyaniya PWKyê de wiha hatiye gotin:

“Jeonsîda Dêrsimê, xelekeke ji sîyaseta jiholêrakirina miletê Kurd e.

Vê pêvajo sala 1921ê bi şikandina berxwedana Qoçgîriyê dest pê kir û di 1937-38an bi qirkirina gelê Dêrsimê berdewam kir.

“Hemû cih û warên berxwedanê hatin îmhakirin”

Wekî ku di biryarnameyê de hatîye gotin, hemû cih û warên berxwedana gelê Kurdistanê yek bi yek hatin îmhakirin.

Ji ber qirkirin û sûcên ku li hemberî gelê Dêrsimê û Kurdistanê kiriye, divê dewleta Tirkiyeyê doza lêborînê bike û li gorî vê rastêyê gavên pêwîst bavêje.

“Bila cihên gorên rêberên Kurdan bên eşkerekirin”

Wekî gava pêşî, dewleta Tirkiyeyê dikare bi eşkerekirina mezelên serok û rêberên tevgerên Kurdan Seyîd Riza, Şêx Seîd û yên din û Seîdê Nûrsî ku heta niha bi dizî girtiye, dest pê bike.

Di 88emîn salvegera destpêka jenosîda Dêrsimê de, em jenosîda Dêrsimê û hemû qirkirin û jenosîdên li hemberî gelê Kurdistanê pêk hatine protesto dikin û rûreş dikin.

Em hemû şehîd û pakrewanên Kurdistanê bi rêzdarî bi bîr tînin.

Xebat û têkoşîna wan dê riya xebat û têkoşîna miletê Kurd ya ji bo serxwebûn, azadî û demokrasîyê rohnî bike.”

 

Vî nûçeyê tevayî: 236 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:04:37
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x