Riha: Pevçûna bi çekan... Bav û 5 zarokên xwe birîndar bûn

Li navçeya Siwêregê ya Rihayê di pevçûne bi çekan de bav û 5 zarokên xwe birîndar bûn û 5 kes hatin desteserkirin.

28.09.2024, Cts - 10:01

Riha: Pevçûna bi çekan... Bav û 5 zarokên xwe birîndar bûn
Nuçe Belav bike

Doh êvarê li ser rêya Seîdê Nûrsî ya li taxa Abdalagayê ay Siwêregê ji ber sedemeke ku nehatiye zanîn du grûp pev çûn.

Di pevçûnê de dema ku Medet K. (39) bi otomobîla xwe di cihê bûyerê re derbas dibû saçme li otomobîla wî ketîn.

Di encamê de M.K. (1), E.K. (8), S.N.K. (10), N.F.K. (11), A.K. (13) û M.K. (39) birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar birin Nexweşxaneya Dewletî ya Siwêregê.

Her wiha li ser bûyerê 5 kes hatin desteserkirin.

 

Vî nûçeyê tevayî: 132 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:29:03
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x