Riha: Polîs êrişî xwişk û birayê wê kir: 'Ez dê we bigurêm'

Li Parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê polîsekî êrişî jinekê û birayê wê kir.

15.11.2023, Çar - 08:27

Riha: Polîs êrişî xwişk û birayê wê kir: 'Ez dê we bigurêm'
Nuçe Belav bike

Doh li navçeya Eyubiyeyê ya Rihayê, polîsan li ber qeymeqamtiyê êrişî jinekê û birayê wê kir û gef li wan xwarin.

Li gorî îdiayan welatiyê bi navê Azîz Beyaztaş ji ber madeyên hişbir tê darizandin.

Dadgehê biryar daye ku Azîz Beyaztaş bi darê zorê bînin dadgehê.

Li ser vê yekê Azîz Beyaztaş û xwişka wî Dîlber Beyaztaş diçin qereqola polîsan.

Dema xwişk û bira diçin qereqolê, li qereqolê ji wan re tê gotin ku nasnameyên we kevin in divê ew nasname bên nûkirin.

Xwişk û bira dema ji bo nûkirina nasnameyan diçin qeymeqamtiyê ku 200 metreyî dûrî edliyeyê ye.

Gava xwişk û bira ji qeymeqamtiyê derdikevin, polîs nasnameya wan kontrol dike û ji Azî Beyaztaş re dibêje “Lêgerîna te heye, ez dê gazî ekîban bikim” û xwest wî destser bike.

Dîlber Beyaztaş jî got ku jixwe ew ji bo îfadeyê hatine, avahiya edliyeyê nêzik e û pêwîstî desteserkirinê nake.

“Ez dê we bigurêm”

Polîs ji Dîlber Beyaztaşê re got “Tiştekî ku we eleqedar dike tune” û ew dehf da û bi gaza îsotê midaxale kir.

Herwiha polîs bi qûndaxa çekê li serê Azîz Beyaztaş xist û got “Ez dê çermê we bigurêm”.

Polîsan ew birin nexweşxaneyê û li nexweşxaneyê çar kêl avêtin serê Azîz Beyaztaş.

Xwişk û bira piştî îfadeyan hatin desteserkirin.

Li aliyê din, dîmenên bûyerê li ser medyaya civakî belav bûn û van dîmenan nerazîbûn li pey xwe anîn.

“Derbarê polîs de lêpirsîn hatiye destpêkirin”

Parêzgariya Rihayê bi daxuyaniyekê ragihand ku derbarê polîsê ku gef li xwişk û bira xwarine lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Baroya Rihayê jî derbarê bûyerê de daxuyaniyek belav kir û got:

“Divê lêpirsîna ku Parêzgariya Rihayê daye destpêkirin bi awayekî bibandor û dadmend bê meşandin.

Em vê şkenceya li welatiyan û êrişa li hemberî jinekê bi tundî şermezar dikin.”

Li aliyê din Hevseroka Şaxa Rihayê ya Komelaya Hiquqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) Meral Halat, li ser mijarê ji Rûdawê re axivî.

Meral Halat parêzeriya wan her du kesan dike ku rastî gef û êrişa polîsekî hatine.

“Polîs êriş kir û gef xwar”

Halatê got, “Derbarê miwekilê min de biryara destserkirinê hebû lê polîs dema nasnameya wî kontrol dikin jê re dibêjin nasnemeya te têk çûye.

Miwekila min jî ji wan re dibêje ez dizanim derbarê min de biryar heye û ez ji bo nûkirina nasnemeya xwe hatime.

Li ser vê yekê di navbera miwekila min û polîsan de alozî derdikeve.

Xwişka wê jî hewl dide bikeve navberê lê ew jî rastî gef û êrişa polîsan tê.

Polîs jê re dibêjin 'Em dê te bigurên' û bi vî awayî êrişî wan dike û gefan li wan dixwin.”

Meral Halatê ragihand, ew xwişk û bira piştî bûyerê bi hinceta ku "li dijî polîsan derketine" hatine destserkirin û polîsan li ser wan gilî tomar kiriye.

Hevseroka Şaxa Rihayê ya Komelaya Hiquqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) destnîşan kir ku wan jî bi heman awayî li dadgehê derbarê wî polîsî de gilî tomar kiriye û tekez kir ku ew dê bûyerê ji nêzîk ve bişopînin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 191 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:48:17
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x