Rêzdar Mehmet Celal Baykara
Serokê KURD-KAVê
Serokê Rêzdar,
KURD-KAVê roja 11.05.2025ê 26emîn kongreya xwe li dar xist.
KURD-KAVê di kongreyê de rêvebirîyeke nû hilbijart.
KURD-KAV, di dîroka 100 salî ya Komara Tirkîyeyê de, dezgeha yekem e ku bi navê ‘’Kurd’’, weke fermî ji alîyê Dewleta Tirkîyeyê ve hatibe qebûl kirin.
Ev destkeftin berhema têkoşîna hemû miletê Kurd e, rûmet û serkeftina hemû miletê Kurd e.
Ez hêvî û bawer dikim ku KURD-KAV dê li gorî destûr û armanca xwe, di derbarê ziman û çanda kurdî de xebatên girîng û berhemdar pêk bîne.
Ez li ser navê xwe û hemû endamên PWKyê, cenabê we û rêvebirîya nû ya KURD-KAVê pîroz dikim û serkeftinê ji we re dixwazim.
Li gel rêz û silavên xwe.
Mustafa Ozçelîk
Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)
Â