Serokê Giştî yê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk got, “Alaya Kurdistanê rojekê teqez dê li asîmanên Kurdistana azad li ba bibe.”
Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê Mansur Yavaş û Serokê Giştî yê ÎYÎ Partiyê Musavat Dervîşoglu heqaret li Alaya Kurdistanê kir û ev yek di nav Kurdan de bû cihê nerazîbûnê.
Serokê Giştî yê PWKyê Mustafa Ozçelîk jî li hemberî helwesta Mansur Yavaş û Musavat Dervîşoglu nerazîbûn nîşan da.
“Alaya Kurdistanê bi awayî fermî tê naskirin”
Musavat Dervîşoglu di daxuyaniyeke nivîskê de got:
“Alaya Kurdistanê 100 sal in, bi şehadeta 100 hezaran Kurdistaniyan û bi têkoşîn û bedelên mezin qet li erdê neketîye.
Alaya Kurdistanê ya ku rêberê mezin ê neteweyî yê Kurd ê Serokomarê Komara Kurdistanê Qazî Mihemed radestî rêberê mezin ê neteweyî yê Kurd Mustafa Barzanî kir, îro li ser Parlamentoya Herêma Federe ya Kurdistanê ya Îraqê li ba dibe.
Herêma Federe ya Kurdistanê ya Îraqê û Alaya Kurdistanê, ji alîyê dewleta Îraqê, Komara Tirkiyeyê, Neteweyên Yekbûyî û hemû dewletên cîhanê ve bi awayî fermi têne naskirin.”
“Ti hêz dê nekaribe pêşî li herikîna dîrokê bigire”
Ozeçelîk derbarê helwesta Yavaş û Dervîşoglu jî wiha got:
“Hinek kes û alî wekî derbirîna kîn, nefret û dijminatiya xwe ya li dijî Kurdan û dûrbûna xwe ya ji nirxên mirovî, ji Alaya Kurdistanê re dibêjin ‘paçik’ (paçavra).
Ji ber ku ev gotin jî ji bo wan payeyek e, em dê gotina ‘paçik’jî îadeyî wan nekin.
Lê belê, ti hêz dê nekaribe pêşî li herikîna dîrokê bigire.
Ev alaya dê qet ji destên gelê me nekeve û çar parçeyên Kurdistanê jî teqez dê azad bibin û Alaya Kurdistanê, bi rûmet, li hemû asîmanên Kurdistana azad dê li ba bibe.
Di vê yekê de bi qasî zereyekê jî şika me nîne.
Ev jî bila ji wan kesên dil qirêj û dilkînokan re derd be.”
Ozeçlîk her wiha bangî hemû parêzvanên azadî, demokrasî, edalet û wekheviyê yên xwedî nirxên mirovî yên Tirkiyeyê jî kir da ku li hemberî kesên ku bêhurmetiyê li Alaya Kurdistanê û nirxên miletê Kurd dikin, helwestê nîşan bidin û dengê xwe bilind bikin.