Xemsarî û sersarî eşkere dibin: 9 karker hîn jî winda ne

Sedem û xemsariyên karesata kanzaya madenê ya li Îliça Ezirganê hêdî hêdî eşkere dibin.

19.02.2024, Pts - 11:54

Xemsarî û sersarî eşkere dibin: 9 karker hîn jî winda ne
Nuçe Belav bike

Li gorî raporên ku hatine hazirkirin, kompanyaya Emerîkî ya ku wê kanzayê bi rê ve dibe bi tawanên giran re rûbirû ye û dê faturayeke pir giran jê re derkeve.

Li gorî rapora pisporan, bi giştî 35 milyon metre kûp ax ji cihekî hatiye rakirin.

Bilindahî û firehiya wê axa ku siyanûr di navê de ye, ne li gorî krîteran e û gelek xemsariyên din jî hatine kirin heta ku vê karesatê rû daye.

Li hêla din, roja şeşan jî ti encam ji xebatên lêgera karkeran derneketin û 9 karker hîn jî winda ne.

Dimênên kanzaya herifî hem mezinahiya karesatê û him jî sîlsîleya xemsariyan nîşan didin.

Ji bo gihîştina wan 9 karkerên di binê axê de 500 tîmên cuda ku ji 2 hezar û 700 kesî pêk tên dest bi veguhestina axê kiriye.

Rojane hezar û 500 barhilgir wê axê vediguhêzin cihekî din lê bar giran e û bi giştî divê 400 hezar sefer bên kirin.

“5 milyon metre kûp ax herifî”

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya wiha behsa mezinahiya karesatê kir:

“Binêrin li wî girê kû hu dibînin dora 5 milyon metre kûp ax herifî û bi vî alî de ketiye Newala Sabirliyê.

Tam li pişta wê jî çaleke bi kûrahiya 200 metreyî heye û 1, 2 milyon metre kûp ax jê herifiye wir.

Li jorê jî hîn axeke din heye ku cih guhertiye.”

Li aliyê din, di raporên ku pisporan amade kirine de kompanyaya Emerîkî “bi qisûr” hat dîtin.

Eşkere bû ku bilindahiya wê loda axê 112 metre ye û piştî ku herifiye jî ew ax li 177 donim erd belav bûye.

Bilindahiya axa ku hedimiye li hin cihan gijîştiye 80 metreyî.

Piştî plandanîneke mezin deh kepçe û bi sedan barhilgiran dest bi veguhastina axê kir.

“Pêdiviya me bi sebreke mezin heye”

Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yê Tirkiyeyê Alparslan Bayraktar jî behsa xebatên lêgerîn û rizgarkirinê kir:

“Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bi fedakariyeke gelekî mezin û hevbendî berdewam dikin.

Wekî birêz wezîrê me jî got li vir pêdiviya me bi sebreke mezin û hinekî jî bi wê yekê heye ku Xweda li rûyê me binêre.”

Di vê navê de, ji bo ku lêkolînan bike komisyonek tê avakirin ku ji 25 parlementerên ji hemû partiyan pêk tê.

Li gorî planê dê ev komîsyon di nava çand rojan de li kanzayê dest bi xebatên xwe bike.

“Hêvî her kêlî bêhtir diçilmisin”

Parlementerê CHPyê yê Erzinganê Mustafa Sarigul amaje bi pêwîstiya wezareteke nû da û got:

“Li welatê me divê em wezareta tofanên xwezayî û erdhêjê ava bikin.

Divê teqez ew wezaret bê avakirin û tîmên şareze bên perwerdekirin û ew tîm karên lêgerîn û rizgarkirinê bikin.

Mixabin niha hêvî her kêlî bêhtir diçilmisin.”

Li rexê din jî lêpirsînên ku hatibûn destpêkirin berdewam dikin.

6 berpirsên şirketê hatine girtin, lîsansa kanzayê jî hatiye betalkirin û karên kanzayê bi temamî rawestiyane.

Lê dawiya dawî lêgerîna 9 karkerên di binê axê de hîn jî bê encam e û nayê zanîn bê ka çend hefte yan çend mehên din jî ew dê bêserûşûn bin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 248 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:24:55
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x