Xwendekarê zanîngehê li şevîmanê bi çekê hat kuştin

Li parêzgeha Kilîsê xwendekarekî zanîngehê li şevîmanê bi çekê hat kuştin.

13.03.2024, Çar - 06:43

Xwendekarê zanîngehê li şevîmanê bi çekê hat kuştin
Nuçe Belav bike

Li gorî zanyariyan, li şevîmana zanîngehê ya Kilîsê xwendekarê bi navê B.Y. yê 19 salî gule berî hevalê xwe yê heman odeyê yê bi navê Mehmet Yasîn Ariyê 21 salî da.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Di lêkolîna tîmên tenduristiyê de hat tesbîtkirin Mehmet Yasîn Ari canê xwe ji dest daye.

B.Y. yê 19 salî yê ku gule berî Mehmet Yasîn Ari dabû hate desteserkirin.

Hat zanîn ku Mehmet Yasîn Ari li Fakulteya Zanistên Tenduristiyê ya Beşa Hemşîretiyê ya Zanîngeha Kilîsê xwendekar bû.

Li ser kuştina Mehmet Yasîn Ari ji aliyê polîsan ve lêpirsîn hat destpêkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 269 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:12:07
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x