Aldar Xelîl: Herêma Kurdistan û Rojava dikarin sîstema konfederal ava bikin

Endamê Komîteya Rêveberî ya Tevgera Civaka Demokratîk (tev-dem) Aldar Xelîl ragihand ku Herêma Kurdistanê û Rojava dikarin bi sîstema konfederal ligel hev di nava peywendiyê de bin.

08.06.2017, Per - 19:06

Aldar Xelîl: Herêma Kurdistan û Rojava dikarin sîstema konfederal ava bikin
Nuçe Belav bike

Endamê Komîteya Rêveberî ya Tevgera Civaka Demokratîk (tev-dem) Aldar Xelîl ji bo tora medyaya NRTê re peyivî û dest nîşan kir ku sînorên Sûriye, Iraqê û Tirkiyeyê bê guhertin dê ji bo yekîtiya kurdan baştir be û got: "Herêma Kurdistanê û Rojava dikarin bi sîstema konfederal ligel hev di nava peywendiyê de bin."

Sînorên Tirkîye, Surîye û Iraqê bê guhertin ji bo yekitîya Kurdan baştir be

Xelîl li ser pirsa "Eger ji we bê xwestin hûn amede ne sînorê navbera Herêma Kurdistanê û Rojava bê rakirin û bibin yek rêveberî got:

Wekî bi Kurdistanê re bikarin bi sîstema konfederal ligel hev di nava peywendiyê de bin. Sînor bên guhertin ev tê wateyeke dî. Niha her kes li ser mitefîqe in ku sînorê Sûriyeyê neyê guhertin, herkes hem fikr in ku sînorê Iraqê neyê guhertin, sînorê Tirkiyeyê neyê guhertin. Êdî ev sînoran werin guhertin, bêguman ji bo Kurdistanê ji bo yekîtiya kurdan tiştekî hê baştir e. Lê eger ew sînor man jî, dîsa çareseriya wê heye.ev sîstema konfederal ku em behs dikin, dikare yekîtiya kurdan mîsoger bike.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1487 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:27:50
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x