Amerîkayê li ser êrişên Tirkiyeyê daxuyanî da

Amerîkayê li ser operasyonên artêşa Tirkiyeyê yên li Herêma Kurdistanê got, “Divê sivîl werin parastin.”

07.09.2024, Cts - 09:51

Amerîkayê li ser êrişên Tirkiyeyê daxuyanî da
Nuçe Belav bike

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê bersiva pirsên Nûçegihanê Rûdawê yê Washingtonê Diyar Kurde da.

Şandeyeke ewlehiyê ya bilind a Îraq û Tirkiyeyê li ser peymana ku meha Tebaxê li Enqereyê ji aliyê Wezîrê Parastinê yê Îraqê Sabit Ebasî û Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler ve hatibû îmzekirin, li hev kir.

Li gorî peymanê, Îraq û Tirkiye dê navendeke hevahengiya ewlehiyê li Bexdayê ava bikin.

Navend dê di bin fermandariya operasyonên hevbeş de be û bi hevbeşî di navbera Îraqê û Tirkiyeyê de were birêvebirin.

Erkê navendê bihevguhertina zanyariyên îstixbaratî yên li ser sînor û gihandina zanyariyên ji aliyên operasyonî û stratejîk ên ji bo baregehên bilind ên her du aliyan e.

Peyman ji 10 made û çend xalan pêk tê û tê de behsa hevahengiya her du aliyan (Îraq û Tirkiyeyê) a ji bo “parastina ewlehî û berjewendiyên xwe yên neteweyî û bipêşvebirina hevahengiya ewlehî, leşkerî û îstixbaratî ya bi rêya bipevguhertina zanyariyên li ser rêxistinên terorî” dike.

Her wiha Wezareta Karên Navxwe ya Herêma Kurdistanê jî dê bibe endamê komîteya hevbeş a bi serokatiya efserên Îraq û Tirkiyeyê û dê çavdêriya peymanê bike.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê li ser mijara û geşedanên dawî ji ajansa Rûdawê re got:

“Em bi berdewamî Hikûmeta Tirkiyeyê teşwîq dikin ku bi berpirsên hikûmetên Îraq û Herêma Kurdistanê re li ser operasyonên leşkerî hevahengiyê bike û sivîlan ji metirsiyê biparêze.”

Li gorî Tîmên Aştiyê yên Civakî (CPT), di nava 33 salan de ji ber êrişên Îran û Tirkiyeyê yên li Herêma Kurdistanê 845 sivîl bûne qurbanî ku 425 kesan ji wan canê xwe ji dest daye.

 

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 276 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:55:40
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x