Amerîkayê ji bo parastina berjewendiyên xwe û li ser daxwaza welatên Rojhilata Navîn berdewam bingehên serbazî li çend welatên deverê vekirine û hêzên xwe lê binecih kirine.
Bi rengekê berfireh binecihbûna hêzên Amerîkayê li Rojhilata Navîn ji bo şerê Kendavî yê Tebaxa 1990ê vedigere. Hingê Amerîkayê nêzî 700 hezar serbazên xwe li Kendavî binecih kirin û tevlî wî şerî bû. Nêzî 300 serbazên Amerîkayê jî di wî şerî de hatin kuştin.
Sal li dû sal guhertin bi ser hejmara serbazên Amerîkayê li Rojhilata Navîn de hatiye. Niha hêzên Amerîkayê li Rojhilata Navîn ji 51 hezar û 902 serbaz û şêwirmendan pêk tên.
Serbazên Amerîkayê bi vî awayî li ser welatên deverê hatine belavkirin: 2500 li Îraqê ne ku hejmareka wan li Herêma Kurdistanê ye, 1700 li Tirkiyeyê ne, 900 li Sûriyeyê, 300 li Urdinê, 10 hezar li Kwêtê, 2000 li Erebistana Siûdiyê, 4700 li Behreynê, 10 hezar li Qeterê, 5 hezar li Îmaratê, 500 li Kendavî, yek hezar li Deryaya Erebî û 6 hezar jî li Deryaya Naverast.
Binecihkirina hêzên Amerîkayê li Rojhilata Navîn ji bo çend mereman e, wekî arîkarîkirina artêşên welatan, rûbirûbûna terorê, parastina berjewendiyên Amerîkayê li deverê, piştevanîkirin û parastina hêzên Amerîkayê û rêgirtina li berfirehbûna şerî û taybet şerê navbera Israîl û Hemasê.
Amerîka weberhênanê di paşeroja peywendiyên xwe de li Rojhilata Navîn dike, lewma jî çêkirina mezintirîn konsulxane li Herêma Kurdistanê nîşana karên bihevre û baweriya Amerîkayê bi vê Herêmê ye li paşerojê.
Çavdêr dibêjin ku, hebûna mezintirîn konsulxaneya Amerîkayê li Herêma Kurdistanê amaje ye ji bo giringîdana Amerîkayê bi wê deverê û mana wê ye ji bo demekê dûr û dirêj li Herêma Kurdistanê, taybet Herêma Kurdistanê di dema borî de selimandiye ku hevpareka cihê baweriya Amerîkayê ye li Îraq û Rojhilata Navîn.