Mesrûr Barzanî: Peymanên bi Amerîkayê re dê bibin dînamoya bipêşketina aborî

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî tevlî merasîma derçûnê ya Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê bû.

02.06.2025, Pts - 10:24

Mesrûr Barzanî: Peymanên bi Amerîkayê re dê bibin dînamoya bipêşketina aborî
Nuçe Belav bike

Mesrûr Barzanî di merasîmê de gotarek pêşkêş kir û diyar kir ku peymanên enerjiyê yên bi Amerîkayê re dê bibin dînamoya bipêşketina aborî.

Serokwezîrê Herêma Kurdisanê got, "Şerefeke mezin e ku ez îro li vir im. Em ne tenê ji bo serkeftina we ya akademîk lê ji bo rêzgirtina li kesên ku hûn gihandine vê rojê li vir im."

Çaksazî û pêşketina aborî

Mesrûr Barzanî li ser serdana xwe ya Amerîkayê jî axivî û got,"Me peymanên stratejîk bi şîrketên enerjiyê re îmze kirin ku dibin dînamoya bipêşketina aborî û derfetên karî peyda dikin."

"Kurdistanê nîşan da ku serxwebûna aborî ne bi saya petrolê ye lê bipêşxistina sektorên wekî banka û çandiniyê ye.

Ev çaksazî dê rasterast jiyana gelê Kurdistanê baştir bikin û em Kurdistanê bi bazarên navneteweyî ve girê didin."

Deqa gotara Mesrûr Barzanî wisa ye:

Şerefeke mezin e, îro wekî Serokê Desteya Sekreterên Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê û Serokwezîrê = Herêma Kurdistanê li vir bi we re me.

Em îro li vir kom bûne ne tenê ji bo pîrozbahîkirina serkeftina akademîk a we ku we bi hewl û westana xwe bi dest xistiye lê belê ji bo rêzgirtina ji berxwedan, sûrbûn û dîtina cîhanê ya wan kesan e ku hûn gîhandin îro.

Bi navê Serokê Desteya Sekreterên û hemû Kurdistanê, pîrozbahiyê li hemûyan dikim.

Ev pîrozbahiya îro ne tenê ji bo wê destkeftina akademîk e ku we bi hewl û xebateke zêde bi dest aniye, lê belê ev xala werçerxandinê ye.

Îro, hûn bi fermî proseya xwendinê temam dikin û dikevin qonaxa derfet, berpirsiyarî û bidestxistina armancên xwe. Hûn endazyarên paşerojûya Kurdistanê ne û vê rêwîtiyê, bi wan şarezayî û zanist û têkiliyan ve ku ji destpêka xwendina xwe li Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê we bi dest xistine, dest pê bikin.

Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê gavên destpêkê û platformek e ji bo çêkirina bandoreke bi wate li Kurdistanê û hemû cîhanê. Ez piştrast im ew nirxên ku Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê di nav we de çandiye, wekî evîna zanîn û agahiyê, fikirîna rexnegir, evîn, hevkarî, xizmetkirin û rastgoyî, dê bibin rêberên we û han bidin we, çawa ku dê bibe palner ji bo heval û hevpîşeyên we.

Me li Herêma Kurdistanê dest bi çaksaziyan kiriye. Ev çaksazî ne tenê fikir in lê belê rasterast bandoreke berçav dê hebe li ser başkirina jiyana xelkê Kurdistanê.

Em xweşguzaranî û geşbûna aboriyeke giştgir pêk tînin û Kurdistanê bi bazara herêmî û navdewletî ve girê didin.

Serdana min a dawî ya ji bo Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, destpêka qonaxeke gelek baş bû di vê asteyê de.

Me pabendiya hevpar a berdewam a xwe ku nirxên wê li pişt e, bi hikûmet û gelê Amerîkayê re dubare kir, têkiliyeke ku ji sala 1990an ve bi awayekî gelek baş pêş ketiye.

Di wê serdana xwe de, me peymanên stratejîk bi kompaniyên pêşeng ên Amerîkayê re di warê enerjiyê de îmze kirin ku dê bibe dînamoya geşbûna aborî û veberhênan û nûbûnê.

Ji wê jî girîngtir, derfetên kar ên gelek baş û astbilind, di sektorên cihêreng ên Kurdistanê de dê hebin, ew derfetên ku gelek baş bi şarezayî û evîn û amadekariya we ji bo pêşengiyê re guncaw in.

Ji bo cara yekem di dîrokê de, Kurdistanê ew bipêşketina ku wê serxwebûna aborî ya bi dest xistiye nîşan da, ne bi sedema petrolê ye lê belê nêrîneke aborî ye ku li ser bingeha pêşvebirina kertên nepetrolî wek bankî û çandiniyê hatiye avakirin.

"Em kevirê bingehîn ê Kurdistana bihêztir datînin"

Di rastiyê de em li ser bingeha vê nêrînê kevirê bingehîn ên Kurdistanêeke bihêztir û xwedîberxwedantir datînin.

Li navçeyên cihêreng ên Herêma Kurdistanê rêyên serekî hatine avakirin, sîstema dabînkirina avê bi awayekî baş fireh kiriye, bendavên nû ji bo parastina paşeroja me hatine avakirin.

Em pêdiviyên sereke yên jiyaneke modern ne tenê ji bo îro lê belê ji bo nifşên bê jî misoger dikin.

Wekî beşeke sereke ya vê bipêşketinê, em pabend in bi dabînkirina elektirîkeke berdewam di rêya (Projeya Ronakî) de û yek ji mezintirîn pirsgirêkên me diguherînin ji bo mezintirîn destkeft, ew jî bi ronahîkirina malan û bihêzkirina pîşesaziyê û bicîanîna soza Kurdistaneke geş û ronahîtir.

Ji bo nûkirina sîstema me ya bankî, me destpêşxeriya (Hesabê Min) ragihand ku mînaka wê di herêma me de tune ye.

Ev proje dê alîkariya hevwelatiyên me bike da ku hêsantir bigihîjin bankên dîjîtal û başkirina şefafiyetê û handerê û firehkirina çanda karkirinê û berpirsiyariyê.

Di navenda vê bipêşketinê de hêzeke palner heye, ew jî teknolojî ye. Hişê çêkirî û veguheztina dîjîtal, êdî fikên negihîştî nînin, ew niha berdest in û dibin sedema werçerxana aborî û civaka me.

Ji ber vê yekê em hilberînê di navendên nûbûnê de dikin û han didin hevkariyê di navbera zanîngehan û kerta teknolojiyê de bikin.

Ez han didim hemûyan ku bi heyecan mijûlî wan waran bin û Kurdistanê bikin beşeke jêderengnemayê ji şoreşa Hişê Çêkirî li cîhanê.

Şiyanên xelkê me, tenê di rêya sîstemeke tenduristî ya bihêz û bi bawerî re derdikeve, ev jî ji şareza û kesên pîşeyî û bi rehmê di warê tendurustiyê de dest pê dike ku bingeha civakeke tendurist û berhemhêner datînin.

"Em girîngiyê didin sîstema tenduristiyê"

Li Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê, programeke me ya perestariyê heye, ne tenê li gorî standartên navneteweyî ye lê belê wekî modelek di herêmê de xizmet dike.

Îro destkefteke dîrokî ye, ez şanaziyê dikim ku ez yekem koma derçûyên perestariyê dibînim ku her yek ji wan bi bursên temam hatine piştgirîkirin.

Ew zêdetir ji destkefteke akademîk in, ew hêviyên me ji bo Kurdistanêeke bipêşketî û tenduristtir berçav dikin.

Pabendiya me li vir bi dawî nayê lê belê em hilberînê di pêşvebirina programa pîşeyî ya perestariyê de dikin ji bo bihêzkirina rahênana perestariyê û em dê alîkarê wan bin di bidestxistina wan şarezayiyên ku pêwîst in ji bo başkirina sîstema tenduristiyê li Îraq Kurdistanê.

Bila wan bingehên sereke ji bîr nekin ku dibin sedema pêşvebirina teknolojiyê û geşbûna aborî û nûbûnê, ew jî, sîstema xwendin û perwerdehiya me ye.

Karnameya çaksaziyên me di warê perwerdehiyê de berdewam e û wek her demê em pabend in bi wê ku li sîstema perwerdehiya xwe binêrin û mekanîzmên dilniyakirina kalîteyê bihêz bikin, ev jî di rêya çaksaziyên rêveberiyê û danîna armancên pîvaneyî ji bo nirxandina asta bandora dezgehên perwerdehiyê.

Di heman demê de, başkirin û bihêzkirina asta xwendekaran, di pêşiya karên me de ye û fêrkirina xwendekarên me di navenda girîngîdana me de ye.

Di rêya wan standartên neteweyî ku li dibistanên seretayî û navîn û dezgehên xwendina bilind me danîne, me derî li ber karê akademîk ê serbixwe vekirine û piştgiriya dezgehên xwe kiriye da ku bikaribin ji aliyê rêveberî û darayî ve, xwe bi rê ve bibin.

Ev guherîneke stratejîk e ku nûbûnê dike navenda sîstema me ya perwerdehiyê. Armanca me zelal e, em dixwazin neteweyeke zanistxwaz ava bikin, neteweyeke, dirêjiya jiyana xwe li pey fêrbûnê be û qedir girtin û wekhevî di derfetan de bibin adet.

"Pîvanên exlaqî esas bigirin"

Wekî derçûyên Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê ku yek ji dezgehên pêşeng ên Kurdistanê ye, hûn di nav wan herî başan de ne ku hazir û amade ne ji bo rêberîkirina vê guherînê.

Ez ji we dixwazim di karên xwe de, dawiya etîk û pîvanên exlaqî yên pîşeyî li ber çav bigirin.

Nasnameya xwe û nîştimana xwe di nav dilê xwe de bigirin, hetanî ew demên ku li cîhanê li pey derfetan digerin.

Xizmeta wê netewe û nîştimana xwe bike ku di vê rêwîtiya jiyana te de, piştgiriya te kir. Bi wateya peyvê hevwelatî bin, ew hevwelatiyên ku xizmetê dikin û civaka xwe ava dikin û serwext dikin.

Bila bînim bîra we, serkeftin û xweşguzeranî, ji destnîşankirina armancan dest pê dike, netirsin û berdewam bin di gihîştina hezkirinên xwe de lê ti carî wan nirxan ji bîr nekin ku we gîhandine vir.

Niha ji her demê zêdetir, Kurdistanê pêdivî bi enerjî û fikrên we û serkirdayetiya we heye.

Wekî nifş li pey nifşên Pêşmergeyên me ku qehremanane şer kirin û qurbaniyên zêde dan ji bo parastina ax û welatê me, wekî xwedî dîtinên me ku dezgehên me ava kirin.

Wek hemû wan hevwelatiyan ku bê rawestan û westiyayî rojane ji bo bihêzkirin û xizmetkirina neteweya me têdikoşin, divê hûn jî vê çirayê hilgirin û ber bi pêş ve biçin.

Careke din pîrozbahiyê li derçûyên 2025ê dikim.”

 

Vî nûçeyê tevayî: 164 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:34:00
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x