Amerîka û Iraq li ser hebûna PKKê li Şingalê gotûbêj dikin

Parlamenterekî êzîdî yê Kurdistanê dibêje, Amerîka û hikûmeta Iraqê dê piştî şerê DAIŞê kirîza hebûna PKKê li Şingalê çareser bikin.

23.02.2017, Per - 09:35

Amerîka û Iraq li ser hebûna PKKê li Şingalê gotûbêj dikin
Nuçe Belav bike

Parlamenterekî êzîdî yê Kurdistanê dibêje, Amerîka û hikûmeta Iraqê dê piştî şerê DAIŞê kirîza hebûna PKKê li Şingalê çareser bikin.Parlamenterê êzîdî û endamê parlamentoya Kurdistanê, Şêx Şamo ji BasNewsê re got, em pêşwazî li hevdîtinên Amerîka û Iraqê li ser kirîza hebûna PKKê li devera Şingalê û deverên din yên Herêma Kurdistanê dikin.Şêx Şamo her wiha got, Amerîka gihîştiye wê baweriyê ku dema wê hatiye kirîza hebûna PKKê li devera Şingalê çareser bibe. Amerîka dê piştî şerê DAIŞê wê kêşeyê çareser bike.Wî parlamenterê kurd da zanîn ku yek ji sebebên ku Amerîka berê xwe daye wê kirîzê, siyaseta Nûrî Malikî ye. Ji ber ku Malikî dixwaze bi alîkariya PKKê xwe li Şingalê bicîh û bihêz bike.Heta niha Amerîka çend caran daxwaz ji PKKê kiriye hêzên xwe ji Şingalê vekişîne û li pêşiya nûavakirina wê devera Kurdistanê nebe asteng.

basnews
Vî nûçeyê tevayî: 1519 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:25:34
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x