Artêşa Sûriyê derbasî Kobanî bû

Artêşa Sûriyê derbasî bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê bû.

16.10.2019, Çar - 18:06

Artêşa Sûriyê derbasî Kobanî bû
Nuçe Belav bike

Beriya bi demekê Artêşa Sûriyê û hêzên rûsyayê di çarçoveya rêkeftina li gel Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de, di derbasî nav bajarê Kobaniyê bûn.

Peyamnêra Kurdistan24ê aşkere kiriye hêzên rejima Beşar Esed ku danê nîvro ber bi herêma Kobaniyê ve birêketibûn, gihîştine ser Pira Qereqozaqê û herwiha ragihand ku ew hêz niha derbasî nav bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê bûn.

Beramber êrîşên Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê bi navbeynkariya Rûsyayê HSD ligel rejima Beşar Esed rêkeftibû ku hêzên rejime vegerin Rojavayê Kurdistanê û li dijî operasyan Tirkiyê li ser sînor bi cî bibin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 862 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:01:23
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x