Balafirên Tirkiyeyê dîsa Gare, Metîna, Xakurk û Qendîl bombebaran kirin

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihand ku balafirên wan ên şer 13 armancên PKKyê yên li çiyayên Gare, Metîna, Xakurk û Qendîlê bombebaran kirine.

12.12.2023, Sal - 07:37

Balafirên Tirkiyeyê dîsa Gare, Metîna, Xakurk û Qendîl bombebaran kirin
Nuçe Belav bike

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê li ser hesabê xwe yê tora civakî ragihand ku duh demjimêr 17:00an balafirên şer ên Tirkiyeyê çiyayên Gare, Metîna, Xakurk û Qendîlê yên di nav axa Herêma Kurdistanê de bombebaran kirine.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê diyar kir ku di wan bombebaranan de 13 armanc hatine jinavbirin ku ji şikeft, stargeh û binkeyên PKKyê pêk tên.

Wezaretê di daxuyaniya xwe de îdia kir ku wan ew “operasyona” hewayî ya di nav axa Herêma Kurdistanê de li gorî madeya 51emîn a peymana Neteweyên Yekbûyî, “di çarçoveya mafê rewa yê xweparastinê de” pêk aniye.

Hêzên Parastina Gel (HPG) ku baskê serbazî yê PKKyê ye di daxuyaniya xwe ya herî dawî ragihand ku gerîlayên wan di 48 demjimêrên borî de li Rojavayê Zapê 4 caran êrişî leşkerên Tirkiyeyê kirine û di wan êrişan de leşkerek kuştiye.

HPGyê herwiha ragihand ku ji 8 heta 10ê mehê balafirên şer ên Tirkiyeyê çiyayên Metîna, Gare, Zap û Xakurkê bi giştî 17 caran bomberan kirine û got:

“8ê mehê herêma Xakurkê bi helîkopterên êrişê hatin bombebarankirin. Herêmên Zap, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, Metîna û Xakurk jî bi topan hatin bombebarankirin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 300 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:30:59
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x