Balyozê Hollanda li Iraqê: Em piştgiriya çaksaziya Wezareta Pêşmerge dikin

Balyozê Holenda li Iraqê Hans Sandee dibêje, Hollanda piştevaniya Wezareta Pêşmerge dike û ji bo cîbicîkirina proseya çaksaziyê, divê gavên bilez bên avêtin.

12.10.2023, Per - 06:25

Balyozê Hollanda li Iraqê: Em piştgiriya çaksaziya Wezareta Pêşmerge dikin
Nuçe Belav bike

Balyozê Hollanda li Iraqê Hans Sandee got: “Di warê ewlehî û aramiya Iraq û Herêma Kurdistanê de, em pabend in û hevkariya me dê berdewam be. Herwiha em piştevaniya çaksaziya Wezareta Pêşmerge dikin.”

Got jî: Pêşketinên di warê çaksaziya hêzên Pêşmerge de sînordar in, wek Serok Nêçîrvan Barzanî jî amaje bi wê yekê kiriye, ew pêşkeftin têrê nakin û divê gavên zêdetir bên avêtin, ku ev yek di berjewendiya Pêşmerge de ye.

Balyozê Holenda li Iraqê bal kişande ser wê yekê, Hollanda dê di warê ewlehî û aramiyê de li ser hevkariya Herêma Kurdistanê berdewam be.

Pêştir jî Berdevkê berê yê Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê Miles Caggins jî ragihandibû, ew tekeziyê li ser yekxistina hêzên Pêşmerge dikin, tekane merc ji bo berdewamiya alîkariyên leşkerî bo hêzên Pêşmerge, divê yekrêz bin.

Cagins herwiha gotibû: "Me di proseya yekxistina hêzên Pêşmerge de pêşketineke baş kiriye. Wek mînak 2 lîwayên Pêşmerge hatin yekkirin û ev jî derfetê çêdike ku derbasî qonaxeke din ya serdemyane bibin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 220 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:31:00
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x