Daxuyaniya Baregeha Barzanî:
Derbarê mekanîzma dabeşkirina kursiyên pêkhateyan di hilbijartinên Herêma Kurdistanê de û hebûna çend hewlan bo guhertin û destkarîkirina di kursî û mafên pêkhateyan û çawaniya beşdariya di hilbijartinan de, nêrîna Serok Barzanî ew e ku divê pêkhateya bi xwe biryarê li ser çarenivîsa xwe bidin û ti çarçoveyeke taybet li ser wan neyê sepandin.
Pêkhate beşeke girîng a civaka Kurdistanê ne û nabe ku mafên wan bi ti berjewendiyên siyasî û nedadperwerane re bêne tevlihevkirin.