Barzanî pêşwazî li şanda Wezareta Derve ya Rûsyayê kir

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwazî li şandeka Wezareta Derve ya Rûsya û şîrketa petrolê ya Gazpromê kir.

01.03.2017, Çar - 10:55

Barzanî pêşwazî li şanda Wezareta Derve ya Rûsyayê kir
Nuçe Belav bike

Li gorî malpera fermî ya Serokatiya Kurdistanê, îro li navçeya Selahedîn ya Hewlêrê, Serok Barzanî pêşwaziya şandeka bilind a hevbeşa Wezareta Derve ya Rûsya û şîrketa Gazprom a Rûsî kir ku ji Maksîm Maksîmov Balyozê Rûsya li Iraq, Valêriyan Şuvayv Cîgirê Birêveberê Giştî yê Beşê Rojhilata Navîn li Wezareta Derveyê Rûsya, Vîktor Sîmakov Konsolê Giştî yê Rûsya li Hewlêr û şandekî bilinda kompanya Gaziroma Rûsî pêk hatibûn.

Li hevdîtinê de ku Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê û Felah Mistefa Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê amade bûn, şanda mîhvan pêdagiriya welatê xwe li ser hevsozî û berdewambûna peywendiya li gel Herêma Kurdistanê dûpat kir û amadehiya Rûsya ya ji bo pêşxistina peywendiyên li gel Herêma Kurdistanê li hemû waran da, xisterû. Şandê pesna serkeftin û qehremaniya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kir li rûbirûbûna terorîstan da û spasî Serok Barzanî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ya ji bo asta bilinda hevkariya li gel Balyozxaneya Rûsya li Bexda û Konsolgeriya Rûsya li Hewlêr û kompanya Gazprom li Kurdistanê.

Li beşekî dinê vê hevdîtinê de şanda bilinda kompanya Gazproma Rûsî, plan û kar û çalakiyên xwe yên li Herêma Kurdistanê ji bo Serok Barzanî rûn kir û tekez li ser berdewamîdan û pêşxistina karên xwe kirin.

Li hevdîtinê de Serok Barzanî ji bilî balkişandina li ser peywendiyên dîrokiyên di navbera gelê Kurdistan û Rûsya, amadehiya Herêma Kurdistanê ji bo pêşxistina peywendiyên li gel Rûsya pîşan da û daxwaz jî kir li wan pêşxistinan da, girîngiyeke taybet bi kertê çandinê bidin. Her wiha Serok Barzanî ji bo berdewamî û pêşxistina çalakiyên wan yên li Kurdistanê destxweşiyê li kompanya Gazprom kir.

Behskirina rewşa navçeyê û şerê terorîstan û pêşrewiyên operasyona azadkirina Musilê, beşekî dinê vê hevdîtinê bûn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1038 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:27:45
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x