Başûrê Kurdistanê - Li Çiyayê Korekê festîvala berfê tê sazkirin

Bo cara yekemîn festîvala berfê li Çiyayê Korekê tê sazkirin û bo wê yekê 15 şîrket bo anîna tûrîstên biyanî hatine erkdarkirin. Serokê Desteya Tûrîzmê ya Kurdistanê jî dibêje, wan ji bo tûrîstan gelek surprîz amade kiriye.

31.01.2017, Sal - 19:41

Başûrê Kurdistanê - Li Çiyayê Korekê festîvala berfê tê sazkirin
Nuçe Belav bike


Bo cara yekemîn festîvala berfê li Çiyayê Korekê tê sazkirin û bo wê yekê 15 şîrket bo anîna tûrîstên biyanî hatine erkdarkirin. Serokê Desteya Tûrîzmê ya Kurdistanê jî dibêje, wan ji bo tûrîstan gelek surprîz amade kiriye.

Biryar e roja 3ê Sibatê (meha dahatî), festîvala berfê li ser Çiyayê Korekê, ku li sînorê parêzgeha Hewlêrê ye, were sazkirin. Festîval dê saet 14:00ê piştî nîvro dest pê bike û bi dehan werzişkar û çiyavan dê beşdariyê tê de bikin û hejmarek çalakiyên werzişî yên li ser berfê bihêne pêşkêşkirin.

Li gorî agahiyan, biryar e ew festîval ji niha û pê ve, her sal were lidarxistin.

Serokê Desteya Tûrzîmê ya Herêma Kurdistanê, Mewlewî Cebar di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand, wan bi mebesta sazkirina wê festîvala ser berfê, 15 şîrketên warên tûrzîmê erkdar kirine, ku ji welatên Îranê û deverên başûr û navenda Iraqê tûrîstan bînin Herêma Kurdistanê, da ku beşdarî di festîvala berfê de bikin.Mewlewî Cebar amade nebû, naveroka çalakiyên festîvalê aşkere bike û tenê ew yek got: “Em dixwazin ji tûrîstan re bibe surprîz, tiştên nû hatine amadekirin, bi curekê ku bibe sedema hatina tûrîstên zêdetir bo Herêma Kurdistanê”.

Pêştir Desteya Tûrzîmê ya Herêma Kurdistanê ragihandibû, ew dê di sala 2017ê de xebatê li ser hatina tûrîstên demsala zivistanê bikin, berovajiyê salên derbasbûyî ku pitir kar li ser hatina tûrîstan di demsalên buhar û havînê de dihat kirin.

Ji bilî Çiyayê Korekê, devera Balekayetî ku navçeya Çomanê navenda wê deverê ye, û herwiha Çiyayê Helgurd ku bilindtirîn lûtkeya çiyayên Başûrê Kurdistanê û tevahiya Iraqê ye, yek ji wan cihan e ku ji bo tûrîzma zivistanê gelek hêja ye.

Desteya Tûrîzmê jî plan bo wê yekê heye, ku di pêşerojê de giringiyek zêdetir bide wê deverê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1786 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:37:49
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x