Bexda dixwaze bi guhertina Qanûna Esasî pêşiya referandoma Kurdistanê bigire

Serokê Bizava Çaksazî û Geşe Mihemed Baziyanî dibêje, Bexda dixwaze bi guhertina Qanûna Esasî ya Iraqê pêşiya referandoma serxwebûna Kurdistanê bigire.

17.04.2017, Pts - 12:02

Bexda dixwaze bi guhertina Qanûna Esasî pêşiya referandoma Kurdistanê bigire
Nuçe Belav bike

Mihemed Baziyanî ji BasNewsê re got, Bexda gelekî hewl dide referandoma Kurdistanê neyê encamdan. Dixwaze vê yekê bi guhertina Qanûna Esasî bike.

Serokê Bizava Çaksazî û Geşe her wiha got, Qanûna Esasî ya Iraqê bi rêkeftina şîe, sunnî û kurdan hatiye dariştin û pesendkirin vêca eger guhertinek tê de were kirin divê bi rizamendiya hemû aliyan be. Eger berovajî vê yekê be wê çaxê tê wateya kûdetayê.

Baziyanî anî ziman ku Qanûna Esasî ya Iraqê tenê piştevaniya desthilata Bexdayê dike û got, ji ber wê jî hewl tê dayîn bi guhertina Qanûna Esasî, pêşiya referandomê were girtin. Çimkî di Qanûna Iraqê de behsa referandomê hatiye kirin, dixwazin wê pişka Qanûna Esasî biguherînin û bi vî rengî pêşiya referandomê bigirin. Ji ber wê jî divê gelê Kurdistanê hişyar be. Qanûna niha ya Iraqê tenê xizmeta Bexda û Hîlala Şîe dike.

Basnews
Vî nûçeyê tevayî: 1160 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:47:37
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x