Bexda naxwaze li ser pirsa Mûsilê rêkeftinê bike

Fermandareke hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê amaje bi vê yekê dike ku hikûmeta Iraqê naxwaze li ser pirsa Mûsilê rêkeftinê li gel herêma Kurdistanê pêkbîne, ji ber hîn nêrîna tekebûn li gel wan heye û herwaha dibêje Mûsil êdî ji dest sunneyan derket.

13.04.2017, Per - 07:09

Bexda naxwaze li ser pirsa Mûsilê rêkeftinê bike
Nuçe Belav bike

Fermandarê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê yê eniya Guwêrê Cemal Murtke ji BasNewsê re ragehand: ‘’DAIŞ li Iraqê pir zêde nemaye, lê piştî DAIŞê dê çi bê kirin ku rêkeftin li ser rêvebirina wî bajarî bê kirin, di demekê ku herêma Kurdistanê amadeye li ser pirsa rêveberina Mûsilê rêkeftinê bike, lê Bexda ne amadeye û naxwaze rêk bikev.’’

Herwaha got: ‘’Hejmarek zêde ji çekdarên heşdî şeibî li Mûsilê hatine bicîh kirin û Mûsil li sunne hatiye vergirtin û naha heşdî şeibî Iraqê birêve dibe û êdî pir zihmete sunne bikarin carekedin wê navçeyê kontrol bikin, ji ber parçe parçe rêveberiya siyasî di wê astê de nemaye ku danûstandin li gel wan bê kirin.’’

Cemal Murtke got: ‘’Herêma Kurdistanê bê rêkeftin li ser rêveberiya Mûsilê nikare bi vî awayî danûstandinê bike, ji ber her metirsiyek ser Mûsilê, metirsiye li ser sînorên Kurdistanê, ji ber navbeyna me de zêde mesafeyek tineye.’’

BasNews
Vî nûçeyê tevayî: 1270 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:47:10
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x