Bi amadebûna Serokwezîr Mesrûr Barzanî Pêşangeha HITEX 2024 tê vekirin

Bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, 5emîn Pêşangeha Navdewletî ya Teknolojiyê ya Hewlêrê (HITEX 2024) tê vekirin.

03.09.2024, Sal - 10:31

Bi amadebûna Serokwezîr Mesrûr Barzanî Pêşangeha HITEX 2024 tê vekirin
Nuçe Belav bike

Bi amadebûna Serokwezîr Mesrûr Barzanî, îro 3ê Îlonê, 5emîn Pêşangeha Navdewletî ya Teknolojiyê ya Hewlêrê (HITEX 2024) bi sponseriya medyayî ya Kurdistan24 dest pê dike.

Bi amadebûna kompanya, çendîn berpirsên pilebilind ên hikûmeta Herêma Kurdistanê, hikûmeta navendî û çendîn konsulên welatan, 5emîn Pêşangeha Navdewletî ya Teknolojiyê ya Hewlêrê îro dest pê dike û çar rojan berdewam dibe.

Pêşangeha Navdewletî ya Teknolojiyê ya Hewlêrê (HITEX), mezintirîn pêşangeh û konferansa salane ya li Iraqê ye. Herwiha dehemîn pêşangeha herî mezin a li Rojhilata Navîn e û bi hevahengiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê tê lidarxistin.

Rêveberê pêşangehê Ferheng Biradostî ji ajansa K24ê re got: “Îsal zêdetirî 150 kompanyayên ji 21 welatan dê beşdarî pêşangehê bibin. Em pêşbînî dikin ku zêdetirî 50 hezar kes serdana pêşangeha me bikin.”

Biradostî got: “Hitex ji bo karsazan rêyek nû ye ku bi pêşandana berhem û karûbarên xwe yên herî dawî. Bi sedan kompanyayên teknolojiyê yên herêmî û navneteweyî li Hitexê berhemên xwe yên herî dawî nîşan didin.”

Herwiha got: “Hitex rê dide beşdaran ku danûstendin û hevkariyên karsaziya navxweyî û navneteweyî biafirînin. Di rojên Hitex de, beşdar bi kiryarên xwe re têkel dibin û têkiliyên rasterast di navbera rêveber û kiryaran de çêdibin.”

Li gor Bradostî ev pêşangeh dê sektora geştiyariyê li Hewlêrê vejîne ku di çar rojên pêşangehê de, her sal bi hezaran geştyar ji başûrê Iraqê û herêmê serdana Hewlêrê dikin.

Rêveberê pêşangehê got jî, li her çar rojên pêşangehê, Konferans Hitexê, 7 panel, 3 semîner û 2 workşop tên lidarxistin. Her rojê dê behsa mijarek taybet bike, wek teknolojiya çandiniyê, jîriya çêkirî, teknolojiya darayî û karsaziya teknolojiyê.

 

 

 

K24
Vî nûçeyê tevayî: 190 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:10:07
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x