Berpirsê Eniya Rojavayê Kerkûkê Kemal Kerkûkî jaxaftina xwe ya rûdaw'ê de ragihand: “Demjimêr 06.45ê îro danê sibê (09-10-2017) komeke terorîstên DAIŞê êrîşê sengerên pêşmerge kirin.”
Kerkûkî da zanîn, ku pêşmerge ji hatina komê agahdar bûne lê çekdarên DAIŞê bi fêlbazî alên spî rakirine, lewma pêşmerge hiştine nêzîkî wan bibin.
Kemal Kerkûkî got: “Li nêzîk dest bi teqeyê kirin û pêşmergeyan jî di cîh de bersiv da wan.”
Berpirsê Eniya Rojavayê Kerkûkê da xuyakirin, ku di encama pevçûnê de pêşmergeyek şehîd bûye. Herwiha 2 çekdarên DAIŞê hatine kuştin û yek jî dîl hatiye girtin.