Binpêkirinê Heşdî Şabî dişînin NY'ê!

Berpirsê Navenda Hemrîn ya YNK'ê Hesen Baram ragihand ku binpêkirinên rêxistina palamîlîter Heşdî Şabî ya Xûrmatû bi belgeyan ve pêşkêşî Neteweyên Yekbûyî dikin.

23.11.2017, Per - 10:42

Binpêkirinê Heşdî Şabî dişînin NY'ê!
Nuçe Belav bike

Cîgirê berpirsê Melbenda Hemrîn a YNK li Xurmatû Hesen Baram, ji Kurdistan24'ê de ragihand, bêtirê 350 mal û dukanên welatiyên Kurd ji aliyê Heşda Şeibî ya Turkmanî ve hatine talankirin û şewitandin.

Hesen Baram got: "Niha em mijûlî komkirina dêkomêntên tawanên Heşda Şeibî ne û piştre emê wan radestî Netewên Yekgirtî bikin."

Her wiha Hesen Baram ragihand, pêwîst bû Serokomarê Iraqê Fuad Mehsûm serdana Xurmatû bikira û ‘’Bi çavên xwe malên şewitî yên Kurdên Xurmatû bidîta.’’

Di derbarê mijarê de Hesen Baram dibêje, pêwîstbû Fuad Mehsûm ku yek ji rêveberên YNK'ê ye, daxwaza lêkolînê ji bo jenosoida li Xurmatû ji aliyê milîsên heşdî şeibî ve hatiye kirin bikira û nerazîbûna xwe diyar bikira ‘’Lê ti ji wan yek jî nekir.’’ Ji ber vê jî xelkê Xurmatû Fuad Mehsûm wek nûnerê xwe nabînin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1871 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:36:14
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x