Çavdêriyên Frensî: Bila Fransa alîkariya Kurdistanê bike

Aktîvîstên Frensî ku di referandûma serxwebûna Kurdistanê de çavdêrî kiribûn ji hikûmetê xwestin ku Parîs piştgiriya Herêma Kurdistanê bike.

11.10.2017, Çar - 06:43

Çavdêriyên Frensî: Bila Fransa alîkariya Kurdistanê bike
Nuçe Belav bike

Rêvibera Berê ya Enstîtuya Fransayê ya li Hewlêrê Emily Ponze ragihand di axaftina xwe de ragihand ku referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê bi pêvajoyeke demokratîk birêve çû, em hêvî dikin ku Fransa piştgiriya kurdan bike.

Li Parîsê bi tevlîbûna bîrmendê frensî Bernard Hanry Levy, Wezîrê Berê yê Derve yê Fransayê Bernard Kouchner, Konsulê Berê yê Fransayê yê li Hewlêrê Frederic Tisso, Rêvibera Berê ya Enstîtuya Fransayê ya li Hewlêrê Emily Ponze, Serokê Enstîtuya Kurdî ya Parîsê Dr. Kendal Nezan, wênegirê navdar ê Fransayê Reza Dîqetî û Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Fransayê Elî Dolemerî konferansek hat li darxistin.

Emily Ponze di axaftina xwe de got: "Xelk bi awayekî azad dengê xwe bi kar anîn û ji sedî 92 dengê 'Belê' bo serxwebûnê dan. Li vê derê, pirsyar ji bo civaka navdewletî ev e; çima em li hember biryara gelekî rêgir bibin? Ez weke hemwelatiyeke Fransayê piştgiriya xwe ji bo wê referandûmê eşkere dikim û hêvîdar im hikûmeta Fransa berdewam be di gotûbêja li gel Herêma Kurdistanê de ji bo pêkanîna rewşa aram li herêmê û piştgiriya Herêma Kurdistanê bikin ji bo anîna aştiyê."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1288 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:25:10
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x