Çiyayên Asos dîsa hat bombebaran kirin

Çiyayê Asos ê ku dikeve ser sînorê navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê û li sînorê parêzeghea Silêmaniyê ye, tê bombebarankirin.

28.11.2017, Sal - 07:11

Çiyayên Asos dîsa hat bombebaran kirin
Nuçe Belav bike

Qayimmeqamê qezaya Mawet, Kameran Hesen di daxiyaniyekê de ragihand, bombebarana Çiyayê Asos ji demjimêr 21:30ê îşev 27'ê Mijdara 2017'ê ve dest pê kiriye û heta niha didome.

Qayimmeqamê Qezaya Mawet diyar kir, ku her îro ji demjimêr 14:00'ê piştî nîvro ve du firokeyn cengî li esmanê wê qezayê digeriyan.

Kameran Hesen tekez kir, ku heta niha nayê zanîn, ka bombebaran ji aliyê firokeyên şer ve bûye yan ji ber topbaranê yan sedemek din bûye. Bi gotina Kameran Hesen, hêj ev yek jî nayê zanîn, ka ev bombebaranji aliyê kî vet ê kirin.

Qyimmeqamê Qezaya Mawet ji Rûdawê re got, ku di navbera heyama vê mehê de ev cara sêyem e ku Çiyayê Asos tê bombebarankirin.

Şeva 03-11-2017 bo yekemîn car firokeyên şer ên Tirkiyê Çiyayê Asos dabûne ber bombeyan.

Pêştir rayedarên serbazî yên Tirkiyê û Îranê ragihandibûn, ku li Çiyayê Asosê binke û navendên PKK'ê û PJAK'ê hene.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 968 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:45:08
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x