Deriyekî din di navbera Îran û Herêma Kurdistanê de tê vekirin

Berpirsê Peywendiyên Herêma Kurdistanê û Îranê ragihand ku Îranî dixwazin peywendiyên bazirganî ligel Herêma Kurdistanê berfireh bikin û got: “Biryar e roja Duşemba bê şandek ji Îranê serdana Deriyê Sînor ê Hacî Omeran bike, ligel Parêzgarê Hewlêrê bicivin û mijara vekirina Deriyê Sîdekan gotûbêj bikin.”

18.07.2023, Sal - 10:01

Deriyekî din di navbera Îran û Herêma Kurdistanê de tê vekirin
Nuçe Belav bike

Roja Sêşembê 18ê Temûza 2023an Berpirsê Peywendiyên Herêma Kurdistanê û Îranê li Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Ebdulla Akreyî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: “Di serdana dawî ya parêzgarên Herêma Kurdistanê ya Îranê de ku ligel parêzgerên ser sînorê Îranê û bi amadebûna Wezîrê Navxwe yê Îranê civiyan, rewşa bazirganî ya navbera herdû aliyan hat gotûbêjkirin, Îranî dibêjin Serokê Komara Îranê ferman daye wan ku heta zû ye tevgera bazirganî ligel Herêma Kurdistanê berfirehtir bikin.”

Li gor Abdulla Akreyî, “Yek ji wan biryarên ku di civîna dawî ya navbera parêzgarên Hewlêr û Urmiyê de hatiye dayîn ew bû ku şandeke Îranê piştî demekê serdana Deriyê Sînor ê Hacî Omeran bikin û wan mijarên girêdayî Hewlêr û Urmiyê gotûbêj bikin, yek ji wan mijaran jî vekirina Deriyê Sîdekan bû, lewra roja Duşemê 24ê Temûzê parêzgarê Urmiyê, hi nek berpirsên din li beşên cuda wek Odeya Bazirganî serdana Hacî Omeran dikin û ligel parêzgarê Hewlêrê dicivin.”

Deriyê ne fermî yê Sîdekan dikeve nehyeya Sîdekan ser bi Îdareya Serbixwe ya Soran û li aliyê Rojhilatê Kurdistanê dikeve sînirê bajarê Şino ser bi parêzgeha Urmiyê. Abdulla Akreyî dibêje: “Biryar e di civîna roja Duşembê de biryara vekirina Deriyê Sîdekan bê dayîn û mijara herî girîng ku di wê civînê de axaftin li ser bê kirin, hatina ziyaretkarên Îranê ye bo Kerbela, dibe ku îsal 500 hezar ziyaretkar bi rêya Deriyê Hacî Omeran û Başmax bên Îraqê.”

Li gor Berpirsê Peywendiyên Herêma Kurdistanê û Îranê, ti pirsgirêka Herêma Kurdistanê bo vekirina wî deriyê sînor nîne û dû meh dibe bo vekirina deriyê navborî dest bi amadekariyan kirine, rê tên çêkirin û eger Îranî amade bin vedikin.

Sê deriyên fermî û navdewletî di navbera Herêma Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de hene, Perwêzxan li sînorê Germiyan, Hacî Omeran li sînorê parêzgeha Hewlêrê û Başmax li sînorê parêzgeha Silêmaniyê. Ji xeynî wan çend deriyên sînorê yên nîv fermî jî hene.

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 293 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:15:39
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x