Di navbera Bakur û Başûrê Kurdistanê de deriyekî sînorî yê nû tê vekirin

Di navbera Herêma Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê de deriyekî sînorî yê nû tê vekirin. Derî li aliyê Bakurê Kurdistanê li gundê Girane yê navçeya Rûbarokê ye ku ser bi parêzgeha Colemêrgê ve ye û li Başûrê Kurdistanê li gundê Zêtê yê navçeya Soranê ye.

27.04.2023, Per - 08:38

Di navbera Bakur û Başûrê Kurdistanê de deriyekî sînorî yê nû tê vekirin
Nuçe Belav bike

Li aliyê Herêma Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê xebatên ji bo vekirina Deriyê Sînorî yê Girane (Umurlu) berdawam in.

Amadekariyên ji bo vekirina deriyê sînorî yê nû di demeke nêzîk de bi dawî dibin û hatiye plankirin ku berî hilbijartinên Tirkiyê ku dê li 14ê Gulanê de bên lidarxistin, ew deriyê sînorî bi fermî bê vekirin.

Şaredarê Rûbarokê Ekrem Çetinkaya roja Pêncşemê 27ê Nîsanê ji Rûdawê re ragihand: “Biryar hatiye dayîn Deriyê Sînorî yê Girane berî hilbijartina 14ê Gulanê bê vekirin. Em pêşbînî dikin di nav 10 rojan de amadehî bêne qedandin û çûnûhatin destpê bike. Ji bo vekirina derî Herêma Kurdistanê û Tirkiyê temînat dane ku amadehî berî hilbijartinan bêne temamkirin.”

Cîgirê Wezîrê Bazirganiyê yê Tirkiyê Riza Tuna Turagay, roja Çarşemê 26ê Nîsanê serdana navçeya Rûbarokê ya Colemêrgê kir û li Deriyê Sînorî yê Girane lêkolîn kir.

Riza Tuna Turagay diyar kir, li ser rênimayên Wezîrê Bazirganiyê yê Tirkiyê wî serdana navçeyê kiriye û behsa giringiya deriyê sînorî yê nû di warê aborî û peywendiyên civakî de kir.

Turagay derbarê armanca serdana xwe de ragihandiye: “Armanceke me heye, ku em di dema herî zû de derî vekin û çalak bikin. Em ji bo vê yekê li vê derê ne hevalno. Em dizanin ev derî ji bo pêşxistina bazirganiya di navbera Tirkiye û Iraqê de, ji bo gelê herêmê û geşkirina hemû herêmê û bi taybetî bo peywendiyên miroveyetiyê çiqas girîng e.”

Ew deriyê sînorî yê nû dikeve gundê Zêtê yê li qezaya Mêrgesorê û parêzgeha Hewlêrê û parêzgeha Colemêrgê li Bakurê Kurdistanê bi hev ve girêdide.

Di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de du deriyên din ên sînorî hene ku her du jî li parêzgeha Duhokê ne; yek ji wan deriyê sînorî yê Îbrahîm Xelîl e ku li aliyê din jê re Xabûr tê gotin, ya din jî deriyê sînorî yê Serzêrê ye.

Pêştir Qaymeqamê Mêrgesorê Xefûr Ehmed ji Rûdawê re gotibû, sala 2013 biryara vekirina deriyê sînorî yê Zêtê di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de hatibû dan, lê belê ji ber krîza darayî û şerê DAIŞê vekirina derî paşket.

Piştî ku şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî serdana Tirkiyê kir, careke din biryar hat dan ku xebatên ji bo vekirina deriyê sînorî yê nû bên destpêkirin.

Derbarê amadekariyên ji bo vekirina deriyê sînorî jî, Xefûr Ehmed gotibû: “Di qonaxa yekem de biryar hatiye dayîn ku Deriyê Sînorî yê Zêtê ji bo geştyaran bê vekirin û niha em mijûlî çêkirina cihekê ne ji bo cîbicîkirina karûbarên geştyaran. Hevdem em dest bi çêkirina rêya deriyê sînor kiriye ku 13 kîlometre ye.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 236 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:07:49
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x