Di şewata li Soranê de 14 kes miribûn: 5 kes hatin desteserkirin

Qaymeqamê Soranê Receb Zubêr da zanîn ku li ser şewata li Soranê 5 kes hatine desteserkirin.

10.12.2023, Paz - 17:48

Di şewata li Soranê de 14 kes miribûn: 5 kes hatin desteserkirin
Nuçe Belav bike

8ê vê mehê saet 20:15an agir bi avahiyeke li ser rêya Soran û Çomanê ket û 14 kesan canê xwe ji dest da.

Wezareta Karên Navxwe ya Herêma Kurdistanê ji bo lêkolîna bûyerê lijneyek pêywirdar kir.

Qaymeqamê Soranê Receb Zubêr ji Tora Medyayî ya Rûdawê re da zanîn ku vê lijneyê li cihê bûyerê lêkolîn kirine û wan civînek jî kiriye.

Receb Zubêr destnîşan kir ku dê lijne guh bide şahidan û dê piştî vê rapora xwe pêşkêşî Wezareta Karên Navxwe û Îdareya Serbixwe ya Soranê bike.

Receb Zubêr herwiha da zanîn, heta niha 5 kes hatine desteserkirin ku yek ji wan xwediyê avahiyê, yek ji wan jî xwediyê atolyeya kanepeyan a li avahiyê ye.

Şewata li Soranê dawî li jiyana 14 kesan anî û 7 kes jî bi birîndarî ji vê karesatê filitîn.

Di vê şewatê de 6 kesên ji Îraqê, 3 kesên ji Rojhilatê Kurdistanê, 2 hevjînên ji Soranê û 3 kesên ji Sûriye û Rojavayê Kurdistanê canê xwe ji dest da.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 282 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:40:44
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x