Dilşad Şehab: Rola Serokê Herêma Kurdistanê guheriye û ew bûye lîstikvanekî sereke

14.04.2025, Pts - 10:25

Dilşad Şehab: Rola Serokê Herêma Kurdistanê guheriye û ew bûye lîstikvanekî sereke
Nuçe Belav bike

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser vexwendina Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron çû Parîsê.

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab tekezî kir ku ev ne yekem dîdara di navbera Serokê Herêma Kurdistanê û Serok Macron de ye, wî amaje kir ku hemû hevdîtinên berê bi encam bûne û got:

"Ev hevdîtina taybet girîngiya xwe heye, nemaze bi berçavgirtina dema wê. Guherînên mezin li herêma Rojhilata Navîn dibin, ev dîdar nîşana wê rastiyê ye ku Herêma Kurdistanê û Serokê wê roleke bibandor di van pêşketinan de dilîzin.”

Dilşad Şehab tekez kir ku Macron her tim bi vê rola girîng zanîbû, tê çaverêkirin hevdîtina sibê bi heman awayî berdewam bike. Mijarên sereke yên gotûbêjan tê çaverêkirin têkiliyên dualî û rewşa herêmê bi giştî li xwe bigire.

Di daxuyaniyeke Koşka Elyseeyê ya roja şemiyê de hatiye, "Serokkomarê Fransayê 14ê Nîsana 2025an li Koşka Elyseeyê bi Serokê Herêma Xweser a Kurdistana Îraqê Rêzdar Nêçîrvan Barzanî re dicive."

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê got, "Statûya Herêma Kurdistanê û rola Serokê Herêma Kurdistanê guheriye, ew bûye wekî lîstikvaneke sereke di guherînên herêmê de."

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê, amaje bi girîngiya dîdarên dawî yên Serokê Herêma Kurdistanê bi Serokê Îmaratê, Serokkomarê Tirkiyeyê û Serokê Sûriyeyê re kir û got:

"Ew têkiliya ku îro bi Herêma Kurdistanê re wekî lîstikvanekî sereke di van guherînan de tê kirin, bi rastî cihê kêfxweşiya her welatiyê Kurdistanê ye."

Ev yekem serdana Nêçîrvan Barzanî ya îsal e ji bo Parîsê piştî ku di Kanûna Pêşîn a par de, ji bo beşdariya merasîma vekirina Katedrala Notre Dameyê çûbû Parîsê.

Fransa endameke Koalîsyonê ye ku bi beşdariya zêdetirî 80 welatan li Sûriye û Îraqê li dijî DAIŞê şer dike.

Di çarçoveya Koalîsyonê de, Fransayê nêzîkî 600 leşker li Îraqê bi cih kirine ku piraniya wan li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê ne.

Ji dema ku Macron di sala 2017an de bûye Serokkomarê Fransayê bi kêmasî 7 caran li Parîs, Hewlêr û Bexdayê bi Nêçîrvan Barzanî re civiyaye.

Dîdara dawî ya fermî û dîplomatîk a Nêçîrvan Barzanî ji bo Parîsê di Çiriya Paşîn a 2023yan de bû li ser vexwendina Macron û tê de behsa têkiliyên siyasî, ewlehî û aborî yên Herêma Kurdistanê û Îraqê li gel Fransayê hat kirin.

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab pirsên Nûçegihana ajansa Rûdawê Ala Şaliyê bersivandin:

Vexwandina fermî ya Serokê Herêma Kurdistanê ya ji bo Qesra Elyseeyê, xwarineke bi Serokê Fransayê re. Fransî dibêjin, xwarina nîvro ji bo nîqaşkirina mijarên girîng pir girîng e. Em dixwazin zanibin sibê çi mijarên girîng hene ku her du serokên ciwan dê li ser wan gotûbêj bikin.

Dilşad Şehab: Hûn dizanin ku ev ne dîdara yekem û vexwandina yekem a Serokê Herêma Kurdistanê ye li gel Birêz Serok Macron. Berê jî dîdarên din hebûn û hemû dîdar jî berhemdar bûn. Dîdara vê carê taybetmendiya xwe heye, li hilbijartina demê, bi taybetî di demekê de ye ku li herêma Rojhilata Navîn gelek guherînên mezin çêbûne, yan jî niha jî tên çêkirin û berdewam dikin. Ev rastiyekê eşkere dike, ew jî ew e ku pêgeha Herêma Kurdistanê û rola Serokê Herêma Kurdistanê di van bûyeran de roleke bibandor e.

Birêz Serok Macron ev rola bi girîngî wergirtiye, di dîdarên berê de û di dîdara sibê de jî tê çaverêkirin ku her wisa be. Pirs û ra û dîtina Cenabê Serokê Herêma Kurdistanê li ser van pirsên ku niha li herêma me pêk tên, çi li Îraq û Herêma Kurdistanê, çi li herêmê bi giştî, biryar e ku bibine mijarên sereke. Ji bilî pêwendiyên dualî û pêwendiyên dîrokî ku hûn dizanin, girîngîdana Fransayê ya ji bo Herêma Kurdistanê an ji bo gelê Kurd ku ez gelek caran dibêjim heta beriya hebûna herêmê jî bi awayekî fermî, ev pêwendî xwedî reh û rîşeyên kûr e.

Fransa her dem piştgireke sereke bûye di avakirina ezmûna demokratîk, di çespandina federaliyê, di têkiliyeke fermî, ji vekirina Konsulxaneya Fransayê ya Hewlêrê di zûtirîn demê de heta gihaştina vê asta pêwendiyên ku em niha pê gihaştine, qonaxên girîng û dîrokî ne, ku di hişê her takekesekî Kurdistanê de bi taybetî eger ez a dawî behs bikim, di sala 2017an de dema ku derî bi zehmetî li Herêma Kurdistanê hatin girtin û ezmûna herêmê metirsiya lêdaneke mezin hebû, kilîta van deriyan li ser destê Cenabê Serokê Herêma Kurdistanê û Birêz Serokê Fransayê hat vekirin. Girîngîdana bi vê pêwendiyê û berdewamiya wê ji bo me taybetmendiyeke mezin heye, ji bo Cenabê Serokê Herêma Kurdistanê jî bêguman yek ji dîdarên herî girîng e.

Doh min bi çend senator û parlamenteran re qise kir, min wêneyên civînên Serokê Herêma Kurdistanê nîşanî wan da ku li Ebû dabî û Tirkiyê gelek civînên girîng kirine, ew pir heyirî bûn ji wan civînan. Gelo pêwendiya Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê Fransayê çi qasî girîng e ji bo nûvekirina siyaseta Rojhilata Navîn û Îraqê jî?

Beriya ku ez behsa van dîdarên van demên dawî bikim, dixwazim amajeyê bi tiştekî bikim, ew jî ew guherîna mezin e ku di pêgeh û rola Herêma Kurdistanê de çêbûye. Em di salên borî de ku ev derfet ji bo Herêma Kurdistanê çêdibûn, hemû armanca me ew bû ku em daxwaza piştgiriyê, alîkariyê û serkeftina proseya demokratîk li Îraqê û çespandina federaliyê, wekî sîstema birêvebirina welatekî yekgirtî û federal bikin ku bi rastî heta niha jî hinek têgihiştinên kêm ji bo pêgeh û rewşa Herêma Kurdistanê, li hundir Îraqê û herêmê bi giştî hene.

Niha pêgeha Herêma Kurdistanê û rola Cenabê Serokê Herêma Kurdistanê di gavavêtina bo parastina pêgeha herêmê guheriye û bûye wekî lîstikvanekî sereke ji bo guherînên herêmê. Ew dîdarên ku di van demên dawî de çêbûn, çi ew a bi Birêz Serokê Îmaretê, paşê ew dîdarên di du rojên borî li Antalyayê di Konferansa Antalyayê de çêbûn, bi taybetî bi Birêz Serok Erdogan, bi Serokkomarê Sûriyeyê û bi Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê re ji aliyê welatan ve qedirgirtina bo heye, ew têkiliya ku niha bi Herêma Kurdistanê re tê kirin wekî lîstikvanekî sereke di wan guherînan de, bi rastî cihê wê ye ku her takekesekî Kurdistanî dilê xwe pê xweş bike.

Wekî min behs kir, min wekî nimûne sala 2017an anî, eger em ji wê demê heta niha temaşe bikin pêgeha Herêma Kurdistanê û rola Cenabê Serokê Herêma Kurdistanê guherîneke pir mezin bi ser de hatiye. Niha wek dîtin-wergirtin, wekî bîrûboçûn-wergirtin, ji bo xêzkirina paşeroja herêmê û çawaniya têkilîdanîna bi wan bûyeran, cihê girîngîdanê ne, ev derfeteke mezin e jî ji bo gelê Kurdistanê bi temamî û tewr ji bo gelê Kurd li cihên din. Wekî mînak yek ji wan pirsên girîng ên di dîdarên borî de hebûn, pirsa Kurd bû li Rojava, pêvajoya aştiyê bû li Tirkiyeyê ku niha diçe. Ev bi rastî pirsên wisa ne ku ez dilniya me girîngîdana Serok Macron û Fransayê ji bo guherînên herêma Rojhilata Navîn, biryardan li ser wê ku ev pirs û dîtin an ev mijar bi pirs û dîtina bi Cenabê Serokê Herêma Kurdistanê re bên nîqaşkirin, belgeyeke dilxweşker e li ser pêgeh û rola Herêma Kurdistanê di havsengiya herêmê de.

Pêwendiyên navbera Fransa û Herêma Kurdistanê di çi astê de ne?

Dilşad Şehab: Di bîranîna sed saliya Xanim Birêz Danielle Mitterand ku li Hewlêrê hat kirin, li wir panoramayek hat pêşkêşkirin ku mirov eger bi baldarî li ser raweste, hest bi wê girîngiya dîrokî û bi wan reh û rîşalên kûr ên pêwendiyan dike ku di hemû qonaxan de bi rastî, Fransa tê de bandor hebûye, beriya azadiya Herêma Kurdistanê beriya raperînê, di dema raperînê û xwebixwebirêvebirina me di demên di navbera sala 1991 heta 2003yan de piştî rûxandina rejîmê, di wê demê de jî Fransayê roleke bibandor hebû bi taybetî di biryara parastina Herêma Kurdistanê û rêgirtin li hêzên rejîma jiholêrabûyî ji wê ku gef li Herêma Kurdistanê bikin; ji ber vê bi dîtina me, niha pêwendî di astekê de ne ku tenê têkiliyeke fermî ya dîplomatîk derbas kirine, hesteke wisa li nik her takekesekî Kurdistanî heye ku bi sedema wê dîrokê, bi sedema wê nêzîkbûna ku hebûye û wê girîngîdana ku Fransayê ji bo gelê bindest ê Kurdistanê hebûye, zeviyek ava kiriye ji bo ku dostanek di asta gelêrî de tê hiskirin.

Her takesekî Kurdistanî hest pê dike ku welatek heye di hemû xweşî û nexweşiyan de bi wî re bûye, ew jî Fransa ye ku îro jî digihê bilindahiya wisa ku ew têkiliya bi Herêma Kurdistanê re tê kirin. Ev çendemîn dîdar e di navbera Birêz Serokê Herêma Kurdistanê û Birêz Serok Macron de, eger ez şaş nebim bo wan dîdarên ku hatiye behskirin, ev heftemîn dîdar e.

Bê guman îhtimal heye di bûyerên din û hinek caran de bi dehan dîdarên din jî hebûn. Serdana Birêz Serok Macron ji bo Herêma Kurdistanê di çarçoveya serdana wî ji bo Îraqê, rola Fransayê niha li herêmê roleke bibandor e û ez dikarim bibêjim heta astekê di pêşiya rola Ewropayê ye li herêma Rojhilata Navîn.

Hilbijartina vê hevkariya bi hev re karkirinê ji bo paşeroja Rojhilata Navîn bi Herêma Kurdistanê û Cenabê Serokê Herêma Kurdistanê re, ev bi xwe nîşandana pêgeha bihêz û bandora rola Cenabê Serokê Herêma Kurdistanê ye di wan havsengiyan de.

 

Vî nûçeyê tevayî: 120 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:42:23
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x