Deriyê yekem dikeve zozanên Kêleşîn a devera Bradost a ser bi bajarokê Sîdekan a sînorê îdareya serbixwe ya Soranê, ku vekirina wî derî dê bandorekî rasterast li ser vejandina bazara wî sînorî bike û asankariyê ji bo hatûçûna hemwelatiyan jî çêbike.
Deriyê duyem jî dikeve sînorê parêzgeha Helebcê, ku wek deriyê Milexurd tê zanîn û vê derbarê de jî parêzgerê Helebcê û parêzgerê Sine civîneke çapemeniyê lidarxistin û parêzgerê Helebcê Azad Tofîq ragehand: ‘’Armanca hatina şandeya Îranê ji bo gotûbêj kirina li ser vekirina deriyê sînorî yê Milexurd ê di navbera Helebce û parêzgeha Sine de ye.’’
Piştre jî parêzgerê Sine Îsmaîl Ziraî ragehand: ‘’Helebce li gel me taybet e û tewanê li vê deverê pêkhatiye me jibîr nekiriye.’’ Herwaha got: ‘’Piştî şandeya teknîkî yên herdu aliyan serdana derî kir, em pêşbînî dikin heta meha pêş me deriyê sînorê Milexurd amade bibe û hemû tevgerekî bazirganî û aborî dê wî derî de bê kirin.’’