Edhem Barzanî: Hin aliyan dixwast di bin navê xwepêşandanê de aloziyan pêkbînin

Serokê encûmena rêveberiya Silêmaniye-Helebçe yê PDKê ragehand, aliyeke siyasî li Silêmaniyê amadekariyên bo derxistina aloziyan li pêş encûmena wan kiribû.

15.01.2017, Paz - 07:05

Edhem Barzanî: Hin aliyan dixwast di bin navê xwepêşandanê de aloziyan pêkbînin
Nuçe Belav bike

Duh 14.01.2017ê mamostayên nerazî, xwepêşandanek li pêş encûmena rêveberiya Silêmaniyê-Helebçê ya PDKê pêkanîn, lê ji aliyê hêzên ewlehiya Silêmaniyê ve, rê ji xwepêşandanan re nehat dayîn bigehin pêş binkeyê. Vê derbarê de serokê encûmena rêveberiya Silêmaniyê-Helebçê ya PDKê Şêx Edhem Barzanî ji K24ê re ragehand: ‘’Li gor zanyariyên me, aliyeke siyasî amadekarî bo wê kiribû, me jî di daxuyaniya xwe de ragehandibû, tişta ku li Silêmaniyê tê kirin, wek xwepêşandan em danûstandinê li gel nakin, ji ber ne xwepêşandane.’’

Herwaha got: ‘’Armanca xwepêşandanê ew e ku hin babetên xelkê bigehe desthilatê, bi rêya encûmena me ve daxwazên wan xwepêşanderan berê geheştibûn desthilatiyê, êdî dubare hatina pêş encûmenê çi wateyê wê heye?’’

Edhem Barzanî teqez kir, hin aliyan hewldan alozî ava bikin. Ji bo vê jî spasiya hêzên asayîşê kir, ku xala herî dawiyê ya ji xwepêşanderan re diyar kir, xaleke dûrî binkeyê wan bûye.

BasNews
Vî nûçeyê tevayî: 884 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:43:00
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x