Hêza Dijî Terorê ya Herêma Kurdistanê diyar kir ku di encama êrişê de, ziyanên canî û madî çê nebûne.
Eve çend carin hêzên terorî yên li dijî azadî, destkeftin û pêşkevtinên li Başûrê Kurdistanê, bi êrîşên hovane bêtehamûlîyâ xwe li himber gelê Kurdistanê didin der. Ev êrîşên terorî nîşana dilreşîya hêzên dijminên gelê Kurdistanê ye.
Tu şika me jê tuneye , çawa ku qetlîam û jeosîdên wek Enfal, Helebçe û yên din nikarîbû rê li ber destkeftinên federe yên Herêma Kurdistanê bigire; ev êrîşan terorî jî dê nikaribe rê li ber pêşkeftin, destkeftin , azadî û serxwebûna Kurdistanê bigire.Gelê Başûrê Kurdistanê bi lêxwedîderketina destkeftîyên xwe, bi hevgirtin û yekitîya neteweyî, niştimanî dê van êrîşan jî dijminane pûç derxîne.
Em êrîşa li ser Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê hatîye kirin û hemû hêzên li pişt vê êrîşê rûreş dikin.
07.07.2021
Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê