Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê berî nîvroya îro (Çarşem, 08.01.2025) bi serperiştiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî dicive.
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî duhî (Sêşem, 07.01.2025) li ser tora civakî ya Xê ragehand, “Tevaya bendên civîna Encûmena Wezîran dê girêdayî mijara darayî û pirsa mûçeyan bin, ku di nav wan de jî raportek li ser rewşa darayî ya sala 2024ê tê berçavkirin.”
Pêşewa Hewramanî amaje jî da, “Her di vê civînê de danûstandin li ser mijara bayometrî û şandina zanyarên daxwazkirî ji bo Bexdayê û raportekê li ser pêşveçûnên pirojeya eliktironîkirina navenda xişteya mûçexurên Herêma Kurdistanê tên kirin.”