Erişa li Silêmaniyê: Nasnameya 3 kesan hat eşkerekirin!

Berpirsê Tîmên Aştiyê yên Civakî (CPT) da zanîn ku qurbaniyên êrişa îro nahiyeya Xelekanê ya qezaya Dûkanê ya Silêmaniyê bav û du kur in.

05.09.2024, Per - 10:40

Erişa li Silêmaniyê: Nasnameya 3 kesan hat eşkerekirin!
Nuçe Belav bike

Berpirsê Tîmên Aştiyê yên Civakî (CPT) Kameran Osman ji ajansa Rûdawê re ragihand:

“Qurbaniyên bombebarana li nahiyeya Xelekanê ya qezaya Dûkanê ya Silêmaniyê, endamên malbatekê ne.”

Kameran Osman li ser bombebaranê got:

“Muzafer Husên Xidir ji gundê Maxomezinanê yê nahiyeya Sengeserê ya navçeya Pişderê ye û bavê her du kurên ku pê re hatine kuştin e.

Karê wî li meydana Hacîawayê kirîn û firotina çekan bûye.”

Kameran Osman her wiha anî ziman:

“Di heman bûyerê de 2 kurên Muzafer ên bi navê Mihemed (18) ku xwendekarê pola 12an û Mubînê 14 salî canê xwe ji dest da.”

 

Vî nûçeyê tevayî: 274 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:52:53
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x