Fazil Mîranî: Bê dewlet demokrasî nayê

Sekreterê polîtburoya PDKê Fazil Mîranî axaftina xwe de got, heta dewlet nebe demokrasî jî pêk nayê. Mîranî li ser Şingalê jî got, Şingal ne duhî bê xwedan bûye ne jî îro.

03.08.2017, Per - 09:49

Fazil Mîranî: Bê dewlet demokrasî nayê
Nuçe Belav bike

Fazil Mîranî îro li semînarekê de li ser Referandoma Serxwebûna Kurdistanê got; "Divê em xwe bikin yek, eger wisa nebe tenê beşek ji armancên me dê bi dest bên, hemû bi dest nayên."

Mîranî bersiva da wanê ku dibêjin “li Kurdistanê demokrasî nîne, vêca dê çawa dewlet hebe!” da û got, bila em realîst bin, heta dewlet nebe ti wateya demokrasiyê nîne, dema dewlet ava bû wê çaxê demokrasî watedar dibe.

Sekreterê polîtburoya PDKê bi helkefta sêyemîn salvegera komkujiya Kurdên Êzîdî jî daxuyaniyek da û got, Şingal ne duhî bê xwedan bûye ne jî îro. Îro gelek xwediyên Şingalê hene, Serok Barzanî ye, hikûmeta Kurdistanê ye parlamentoya Kurdistanê ye, gelê Kurdistanê ye, em hemû xwedanên Şingalê ne…

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1303 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:41:52
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x