Konsolosê Amerîkayê yê li Herêma Kurdistanê Ken Gross ragihand ku: " Amerîka li herêmên bi nakok rêveberiyeke hevpar dixwaze û lê zêde kir ku Amerîka di nava Iraqeke federal de Kurdistaneke bihêz dixwaze.
Serkonsolosê Amerîkayê yê li Herêma Kurdistanê Ken Gross diyar kir ku ew di nava Iraqeke fedreal de Kurdistaneke b,hêz dixwazin û got: "Li hember Herêma Kurdistanê, gelê wê û hikûmeta wê di polîtikaya me de tu guherîn tune ne."
Her wiha Dîplomatê Amerîkî da zanîn ku ji bo vekirina balafirgehan ew bi rêveberiya Bexdayê re hevdîtinan pêk tînin û aşkere kir ku ew şîrketên amerîkî teşwîq dikin ji bo ku li Herêma Kurdistanê razemeniyê bikin. Gross hevdîtina Nêçîrvan Barzanî ya bi Konsolê Amerîkayê yê li Bexdayê re jî nirxand û aşkere kir ku hevdîtin erênî derbas bûye.
Gross li ser pirsa ku "Gelê kurd, difikire ku ji aliyê Amerîkayê ve tê paşguh kirin. Tu difikirî ku dê Amerîka li vir bimîne û gavekê biavêje?" weha axivî: "Polîtikayeke wek ku me kurd û Herêma Kurdistanê paşguh kiriye tuneye. Wekî min berê jî gotî, em ji Kurdistaneke bi hêz a di nava Iraqê de bawer dikin. Têkiliyên me yên berê berdewam dikin û ez hêvî dikim ku em ê van têkiliyan bipêştir bixin.
Gross qala plana avakirina avahiyeke nû ya konsolxaneyê jî kir û weha pê de çû: "Ev yek hebûna me ya li vê derê bihêztir dike. Di heman demê de nîşan dide ku em ê demeke dirêj bi dostên me yên kurd ve girêdayî bimînin."
Gross axaftina xwe weha bi dawî kir: "Em mutefîkê Herêma Kurdistanê û gelê wê ne. Em dixwazin ku ev yek berdewam bike.