Generalê xanenişînkirî yê amerîkî Ernie Audino di gotarekê de, ku ji aliyê malpera“Washington Times” ve hatiye belavkirin, ragihandiye ku Îranê li Kendava Erebî (Îran dibêje Kendava Fars) cihê piyê xwe qahîm kiriye, eger rewş bi vî rengî bidome wê çaxê dê Tirkiyê pêpes bike û pirojeya “Hîlala Şîe” pêşve bibe.
Ernie Audino her wiha gotiye, Îran dixwaze Başûrê Kurdistanê bixe bin kontrola xwe da ku bi rêya Şingalê re derbasî Rojavayê Kurdistanê bibe û ji wir jî derbasî Deryaya Spî bibe.
Wî generalê xanenişînkirî yê Amerîka daye xuyakirin ku Îranê li devera Şingalê ya Başûrê Kurdistanê çend hêzên milîs ava kiriye û çek û dirav dide wan.
Tê zanîn Îranê bi rêya PKKê çend hêzên milîs li Şingalê ava kiriye ku hemû girêdayî Heşda Şeibî ne û çek û diravê xwe jî ji hikûmeta Iraqê û Îranê distînin.
Li gorî wî generalê amerîkî Amerîka û Tirkiye ji bona ku bikarin pêşiya zêdegaviyên Îranê bigirin û nehêlin “Hîlala Şîe” berfireh bibe, pêwîstiya wan bi Başûrê Kurdistanê heye.
Ernie Audino dibêje, ji bo ku Îran nekare Rojavayê Kurdistanê bixe bin kontrola xwe divê sê tişt bên kirin:
*Li Rojavayê Kurdistanê û bakûrê Sûriyê navçeyeka aram were avakirin ku milîs û hêzên girêdayî Îranê (Hizbullah, Fatimiyûn û PYD) nekarin li wir bicîh bibin.
*Li wê navçeya aram hêzeka bejahî were avakirin ku şiyana wê ya pûçkirina tehdîdan hebe (qesta wî pêşmergeyên Rojava ye ku ji keç û xortên kurd yên Rojava pêk tê)
*Çêkirina navendeka serbazî ya Amerîka li Başûrê Kurdistanê