Ligor nuçeyên Ajansa Rudaw'ê; Îro Çarşemê 12/07/2017 şandekî Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê li ofîsa serokatiya Tevgera Goran a li Silêmaniyê, li gel berpirsên Tevgera Goran civiyan.
Piştî civînê herdu aliyan bi daxuyaniyeke hevbeş, encamnameyeke 5 xalî ragihandin. Li gorê vê yekê:
1. Bi hêzkirina pêwendiyên herdu aliyan ji bo berjewendiya gelê Kurdistanê danûstandina hizir û nêrîna li ser helwestên siyasî.
2. Başkirina rewşa jiyan û debara hemwelatiyan û bidawîkirina sîstema paşkeftina meaşan.
3. Referandûm weke pêngaveke serxwebûnê mafekî xwezayî yê gelê Kurdistanê ye. Lê ev mijar pêwîste bi komdengiya siyasî û bingehên yasayî, bi rêya bêyî merc aktîfkirina parlamentoyê be.
4. Nabe ti aliyek mijara referandûmê weke destkeft an jî mûzayedeya siyasî bikar bîne û îradeya xwe ya yekalî ferz bike.
5. Referandûm bibe sedema birêxistina navmala kurd, yekrêziya nîştîmanî û guftûgoya di navbera hêzên sereke yên Kurdistanê de, bi tevê kêşeya yasayî ya serokatiya herêmê ve, ji bo çareserkirina hemû kêşeyên siyasî û aborî.
Hêjayê gotinê ye, ku duh Tevgera Goran li gel Komela Îslamî jî hevdîtinek pêk anî bû di encamê de herdu aliyan 6 xal eşkere kiribûn.
Goran û Komel daxwaz kiribûn, ku hilbijartinên giştî yên Herêma Kurdistanê de di dema xwe de werin kirin, referandûm were paşxistin. Ev jî nebe, referandûm û hilbijartin bi hevre bên kirin.