Herêma Kurdistanê dê daxwaza statûya konfederal bike

Tê gotin ku eger hemwarkirina Qanûna Esasî ya Iraqê bi ziyana gelê kurd be wê çaxê Herêma Kurdistanê dê daxwaza statûya konfederaliyê bike.

29.10.2019, Sal - 08:00

Herêma Kurdistanê dê daxwaza statûya konfederal bike
Nuçe Belav bike

Parlementoya Iraqê duhî çend biryar bi navê daxwaziyên xwepêşanderan pesend kir. Yek ji wan biryaran ew e ku komîteyek bo hemwarkirina Qanûna Esasî ya wî welatî pêk wer.

Li ser vê mijarê, çavkaniyekî nêzîkî serkirdetiya siyasî ya Herêma Kurdistanê ji BasNewsê re got, eger hemwarkirina Qanûna Esasî ya Iraqê bi ziyana mafên gelê Kurdistanê be wê çaxê Herêma Kurdistanê jî dê daxwaza sîstem û statûya konfederaliyê bike.

Di nav wê komîteyê de serokên firaksiyonên PDK, YNK û Gorranê jî cîh digirin. Parlementera PDKê li parlementoya Iraqê, Hedar Zubêr ji BasNewsê re got, heta niha nayê zanîn kîjan madeyên Qanûna Esasî ya Iraqê dê bên hemwarkirin. Lê li gorî qanûn û pîvanan dê hêsan nebe ku mafên gelê Kurdistanê bên xwarin.

Hedar Zubêr li ser sîstema konfederaliyê jî got, bê guman eger mafên gelê Kurdistanê bên binpêkirin û xwarin wê çaxê kurd jî dê gotina xwe bêje. Lê heta niha zelal nîne dê kîjan made bên guhertin û hemwarkirin, kengê ew mijar zelal bû wê çaxê kurd jî dê gotina xwe eşkere bike.

Parlementerekî YNKê bi navê Taha Hemed Emîn jî li ser vê mijarê ji BasNewsê re got, îhtimal heye ew madeyên ku girêdayî mafên gelê Kurdistanê ne, nehên destkarîkirin. Vê gavê pêwendiyên me û Bexdayê baş in. Ji ber wê jî em îhtimal nadin ew destê xwe li mafên me bidin. Lê dîsa jî divê em amade bin bo her tiştekî.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 848 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:11:37
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x