Heşdî Şabî alaya Kurdistan daxist

Hat ragihandin ku li navçeya Mendeliyê çekdarên ereb û grûbeke ser bi Heşda Şeibî bi ser avahiya Encûmena Bajarokê Mendeliyê de girtin û Ala Kurdistanê anîne xwarê. Çekdaran ji encûmena navçeyê jî xwestin biryara beşdarbûna giştpirsiyê betal bikin.

10.09.2017, Paz - 10:12

Heşdî Şabî alaya Kurdistan daxist
Nuçe Belav bike

Rêveberê Fermangeha Madeya 140 a Xaneqînê Ednan Mensûr ji Rûdawê re ragihand: “Îro danê sibê (10-09-2017), nêzîkî 100 çekdarên hozên ereban, bi hevkariya çekdarên Esaîbil Ehlî Heq, bi ser avahiya Encûmena Bajarokê Mendeliyê de girtin û Ala Kurdistanê anîne xwarê.”

Mensûr da zanîn, ku çekdaran xwestine civata navçeyê dest ji kar bikişe û biryara beşdarbûna giştpirsiyê betal bike.

Endnan Mensûr got: “Niha parêzgarê Diyalayê li gel fermandarê firqeya polîsan çûye Mendeliyê û hewl didin rewşê aram bikin. Me jî ji Serokê Encûmena Mendeliyê xwestiye, ku ji biryara xwe venegerin. Herwiha me ji wan re got, heta rewş aram dibe xwe bigihînin Xaneqînê.”

Roja 17ê Tebaxa 2017ê, serok û endamên Encûmena Mendeliyê biryar dan, ku beşdarî giştpirsiya serxwebûna Başûrê Kurdistanê bibin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1481 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:22:16
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x