Merasîma Roja Nizaya Niştimanî bi dirûşma "Ey Xweda, Kurdistanê biparêze" li Hewlêrê tê pîrozkirin.
Serok Mesûd Barzanî û nêzîkî 600 serok û berpirsên Herêma Kurdistanê û welatên din dê beşdar bibin.
Roja Nizaya Nîştimanî bi sernavê "Ber bi Yekbûnê ve di Baweriyê de" ye.
Merasîman 22yê Nîsanê dest pê kir û dê heta 25ê Nîsanê bidomin.
Roja Nizaya Niştimanî çi ye?
"The National Prayer Breakfast" an jî " Roja Nizaya Niştimanî" rojek e ji bo rêzgirtina ji bihevrejiyana aştiyane ya di navbera pêkhate û olên cuda yên Herêma Kurdistanê de.
Armanca Roja Nizaya Niştimanî yekrêzî û rêzgirtina bawermendên olên cuda û azadiya olî ye.
Her wiha pêkvejiyan û kombûna serok û kesayetiyên olî û dengên rûhanî ye.
Roja Nizaya Niştimanî bûyereke salane ye ku li Washingtonê tê lidarxistin, bi rengê asayî di yekemîn pêncşema meha sibatê de ye.
Lê li welatan li gorî dema taybet a xwe tê lidarxistin.
Ev bûyer serokên siyasî, dîplomat û kesayetiyên olî ji seranserê cîhanê kom dike.
Agahiyên li ser Roja Nizaya Niştimanî
Li Herêma Kurdistanê kî beşdar dibe?
Bi tevahî nêzî 600 kesî li Hewlêrê beşdar dibin, tenê ji Amerîkayê 300-400 kes hatine.
Mesrûr Barzanî damezirîner û endamê Komîteya Amadekar a Roja Nizaya Niştimanî ye.
Seroka Rêxistina Navneteweyî ya Danîn û Piştgirîkirina Azadiya Olî Nadine Maenza jî endama Komîteya Amadekar e.
Nadine Maenzayê ji Rûdawê re got: "Kurdistan ew cih e ku nêzîkî dilê min e. Nîştimaneke wekî mozaîkeke ol û neteweyên cuda ye, bi dîrokeke xweş a pêkvejiyana aştiyane.
Li gel berdewamiya wan zehmetiyên ku Kurdistan ji ber guherînên herêmê rû bi rû dibe, cihê dilxweşiyê ye ku ez beşdarî Nizaya Niştimanî dibim.”
Divê were gotin ku kesayetiyên olî yên Herêma Kurdistanê, Îraq, Rojhilata Navîn, Ewropa û Amerîkayê dê beşdarî Roja Nizaya Niştimanî bibin.
Her wiha beşdarên Nizaya niştimanî dê sibe mizgeft, dêr, Perestgeha Lalişê û cihên olî yên din ên sembola olên cuda jî ziyaret bikin.